7 rojên Operasyona Mirovî û Ewlehî: 15 jê jin 121 çeteyên DAIŞ’ê hat girtin
Bi daxuyaniyekê bîlançoya 7 rojan a Operasyona Mirovî û Ewlehî ya li dijî şaneyên razayî yên DAIŞ’ê li kampa Holê hatibû destpê kirin, hat ragihandin û hat destnîşankirin ku di nav hefteyekê de 15 jê jin 121 çetên DAIŞ’ê hatine girtin.
Hesekê – Operasyona Mirovî û Ewlehiyê ya li dijî şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê ji aliyê Hêzên Ewlekariya Hundirîn û bi piştgiriya Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) û QSD’ê ve di 25’Ê Tebaxê de hat destpêkirin hefteyek li pêy xwe hişt.
Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi amadebûna Fermandara YPJ'ê Rûken Kobanê, Rêveberiya Hêzên Ewlekariya Hundirîn Diyala Ehmed Keleş, Fermandara YPJ'ê Viyan Erdal, Rêveberê Meclisên Leşkerî yên Herêma Cizîrê Hisên Selmo, Berpirsê Navenda Ragihandina Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Ferhad Şamî her wiha Elî El-Hesen ê Rêveberê Giştî yê Hêzên Ewlekariya Hundirîn li kampa Holê bi daxuyaniyekê bîlançoya hefteyek a operasyonê aşkere kir.
“Êrişên dewleta Tirk ji bo şaneyên razayî yê DAIŞ’ê bû bingeh ku xwe zindî bike”
Daxuyaniya ku ji aliyê Viyan Erdal ve bi zimanê Kurdî û ji aliyê Elî El-Hesen ve bi zimanê Erebî hat xwendin wiha bû:
“Hewldanên DAIŞ’ê ji bo ji nû ve xwe birêxistin bike da ku vegere, ewlehî û aramiya xwecihî, herêmî û navdewletî têk bibe careke din derdikeve pêş. Ji xwe şêwazê çalakiyên xwe ji fealiyatên şanayên razayî û keşfê veguherîne derketineke çalak û her wiha pêkanîna operaseyonên mezin ku ev di êrîşên li ser zindana Sînaa ya Hesekê û di çalakiyên piştî wê de derkete holê. Di vê yekê de, DAIŞ ji gelek rewşên heyî û bi taybet belavbûna wê ya berfireh û aktîf li çolistana Sûriyê û sînorê Iraqê, her wiha ji piştgirî û alîkariyên ku dewleta Tirk a dagirker ji serçeteyên şaneyên wê yên razayî li herêmên dagirkirî pêşkêş dike û di heman demê de êrîşên wê yên ku li ser herêmê pêk tîne ku hêzên me bi wan êrîşan ve dide mijûlkirin, ji bo DAIŞ bû bingeh ku xwe ji nû ve zindî bike.
Erkên ewlehî, mirovî û exlaqî
Erkên me yên di milên ewlehî, mirovî û exlaqî beramberî gelê me û niştecihên kampê yên ku bûne qurbaniyên fikirên DAIŞ’ê ku hewl didin wan ber xwe ve bikişînin û di nava xwe de wan bi rêxistin bikin, bi taybet zarok û her wiha tehdîtkirina ewlehî û aramiya piraniya niştecihên kampê yên ku fikirên wan qebûl nakin, hişt ku em wekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn û bi alîkariya Hêzên Sûriya Demokratîk û Hevpeymana Navdewletî; qonaxa yekemîn ya Operaseyona Mirovî û Ewlehî di sala borî de destpê bikin û her wiha hişt ku em di 25’ê Tebaxê ya meha borî qonaxa duyemîn berdewam bikin. Em niha piştî derbasbûna hefteyekê hîn jî Qonaxa Duyemîn a Operasyona Mirovî û Ewlehî li gor plansaziya ku hatiye diyar kirin, berdewam dikin.
“15 jê jin 121 endamên DAIŞ’ê hatin girtin”
121 kes, di nava wan de 15 jin ku endamên DAIŞ’ê ne hatin girtin, her wiha hêzên me 16 tunel ku şaneyên DAIŞ’ê ew ji bo veşeartin û revandina ji kampê bikar dianîn hatin dîtin. Di heman demê de gelek alavên ku ji bo kolandina van tunelan bikar dianîn hatin desteserkirin.
119 kampên ku DAIŞ’ê ew ji bo perwerde, dadgehên Şeriî, işkence û kuştinê bikar dianîn hatin ji nav birin. Her wiha 48 telefon, I pad, laptop û 2 hardên ku di têkiliyên di navbera wan şaneyan de dihat bikar anîn, hatin desteserkirin.
Di heman demê de, hêzên me cebilxaneyek çekên m-16 û cilên leşkerî ku diruşme û ala dewleta Tirk li ser hebûn desteserkirin.
Her wiha encamên lêpirsînên destpêkê yên bi piraniya kesên ku hatine girtin re, diyar kir ku tensîq û hemahengiyek rasterast di navbera şaneyên di hundirê kampê û derveyî wê, bi taybet herêmên di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çolistana Sûriyê û sînorên Iraqê re heye.
“Cihên perwerdeyên şerîatê ji holê hatin rakirin”
Hejmara pir zêde ya amûrên işkence û qetilkirinê ya ku şaneyên rêxistina terorîst di çalakiyên xwe yên teroristî de li dijî şêniyên kampê bikar dianîn û di vê pêngavê de ji aliyê hêzên me ve hatin desteserkirin, her wiha cihên bin erd ên ku ji bo dadgehkirina qurbaniyan bikar dianîn û pişt re bi rêbazên hovane ew qetil dikirin, nîşan dide ku ew şane li ser hişmendiya DAIŞ dimeşin û tirsê dixin dilê şêniyên kampê da ku neçar bin serî li ber fermanên wan bitewînin û tevlî çalakiyên wan yên teroristî bibin.
Her wiha cihên perwerdeyên şerîetê ku şaneyên DAIŞ’ê ji bo amadekirina nifşên nû li ser fikirê DAIŞ bikar dianîn, hatin ji nav birin.
“Wê operasyon bidome”
Qonaxa duyemîn a operasyona Mirovî û Ewlehî berdewam dike. Heya ku em jiyaneke bi ewle ji bo şêniyên kampê misoger nekin û çavkaniyên ku destek dide şaneyên DAIŞ’ê da ku xwe rêxistin bike û fikirê xwe yê radîkal belav bike ji holê ranekin, wê operaseyona me berdewam bike.
Di dema ku operaseyona me berdewam dike, hêzên me bi baldarî tevdigerin da ku alîkariyên mirovî, lojistîk û tenduristî bi hêsanî pêşkêşî hemû şêniyên kampê bikin. Li ser vê bingehê em bang li saziyên navdewletî û herêmî dikin da ku alîkariya mirovî pêşkêşî niştecihên kampê Holê bikin."