Li Kabulê standên jinan bi zorê hatin girtin

Kiryarên Talîbanê û astengkirina beşdarbûna jinên karsaz ji bo pêşangeha Kabulê didomin. Ji bilî afirandina qadeke leşkerî, careke din hate dîtin ku li Efganistanê mafên jinan çiqas tên binpêkirin û jin çawa bi awayekî sîstematîk rastî zextan tên.

BAHARAN LEHÎB

Kabul – Li Efganistanê di salên dawî de, ji bo jinan derfetên ku di qadên cuda yên weke bazirganî, hunerên destan, wênesazî, xêzkirin û amadekirina xwarinê de bixebitin çêbû. Jinên ku di van qadan de dixebitin bi armanca ku huner û berhemên xwe pêşan bidin, di salê de sê yan çar pêşangehan li dar dixin.

Ev pêşangehên ku li deverên cuda tên lidarxistin, ji çar aliyên bajar, bi taybetî ji aliyê jinan, ve rastî eleqeyek mezin hatin.

Destûr nehat dayîn jin standên xwe daynin 

Pêşangehek li Bedem Bexê ya li Kabulê, di navbera 5-9’ê Mijdara 2026’an de hatibû plankirin ku bê lidarxistin. Li gorî jinên karsaz, berê ji wan re hatiye gotin ku dê destûr bê dayîn berhemên xwe pêşan bidin. Lê rojek an du roj beriya pêşangehê, destûr nehat dayîn ku jin standên xwe deynin. Peywirdaran ji wan re gotin ku ‘li gorî fermana 'Fermandarê Bawermendan' [Emîr el-Mu'minin] Hîbatullah, destûr nayê dayîn jin berhemên xwe pêşan bidin.

Hemû rê tije leşker kirin

Bi hêviya ku em jinên ji parêzgehên cuda bibînin, xebatên wan bibînin û ji rewşa herêmên wan agahdar bin, em çûn qada pêşangehê. Dema em gihîştin ber deriyê Badam Baxê û hinek jinên din ên serdana me kirin ji aliyê berpirsên Wezareta ‘Fermandayîna ji bo qenciyê û qedexekirina xerabiyê’ ve hatin rawestandin. Hemû riyên ku diçûn Badem Baxê, tije leşker kiribûn. Paşê dema me rewş pirsî, şahidek li herêmê got: “Ji ber hatina jinan qedexe kirine, ditirsin jin xwepêşandanê li dar bixin. Ji ber vê berê amadekariyên xwe kirine.” Şêniyên herêmê ev rewş wiha nirxandin: “Bi vê hebûna leşkerî ya tund a li herêmê, Talîbanê weke ku jin ne çend pankartan hilgirin, ji bo dagirkirina welat an jî ji bo şer amade dikin tevdigerin.”

‘Tirsa Talîbanê têkoşîna rêxistinkirî ya jinan e’

Sofya Safî ku pîşeya wê ya akademîk li zanîngehê jê hatiye girtin û îro bi 20 jinan re di mala xwe de berdewam dike, tiştên wê rojê qewimî bi van gotinan anî ziman:

“Em nêzî 60-70 jin li ber Badam Baxê kom bûn. Ji me re gotin ew ê nehêlin em berhemên xwe bifroşin û bi çekan em belav kirin.”

Ne tenê qada pêşangehê, dikanên vekirî yên li Kabulê jî bi rojan di bin dorpêçê de bûn. Endamên rêxistina ‘Fermandayîna ji bo qenciyê û qedexekirina xerabiyê’ ji tirsa xwepêşandanek muhtemel a jinan, dikanan dagir kirin, bi saetan li hundir man û zextê li mirovan kirin.

Lê tevî hemû zext û gefên ku bi riya malbatên wan hatine kirin, peyama jinên berxwedêr ên Sofya û Kabulê zelal e û wiha dibêjin: “Talîbanî ji serhildana jinan pir ditirsin. Wan îro dengê me birîn lê ez piştrast im ku rojek dê  van jin careke din rejîma zalimê bifetisînin.”