Rewşa girtiyên jin ên li girtîgeha Damonê xirabtir dibe

Klûba Girtiyên Filistînî ragihand ku rewşa tenduristiya girtiyên jin ên li girtîgeha Damonê, bi taybetî yên bi nexweşiya pençeşêrê, bi giranî xirabtir dibe, nexweşiya gurîbûn di nav ji sedî 80’ê girtiyan de belav dibe.

Navenda Nûçeyan – Jinên girtiên Filistînî yên li zindanên Îsraîlê bi şert û mercên mirovî û tenduristiyê yên pir xirab re rûbirû ne. Ew rastî polîtîkayên destdirêjî, nebûna derfetên tendirustiyê û girtina bi tenê tên. Ev rewş tevî bangên ji bo rizgarkirina jiyana wan û rawestandina binpêkirinên berdewam ên li dijî wan jî berdewam dike.

Kluba Girtiyên Filistînî roja 11’ê Mijdarê, li ser xirabûna tenduristiya jinên girtî yên li Zindana Damonê hişyarî da û diyar kir ku nêzî 90 jin di bin şert û mercên dijwar ên girtinê de ne. Di navbera wan de girtiyên bi penceşêrê ketine hene, ji dermankirinê û muayeneyên pêwîst nayên girtin.

Klubê diyar kir ku girtiya 60 salî Emal El-Rîfî ku bi penceşêrê ketiye, ji ber nayê dermankirin, her diçe rewşa wê xirabtir dibe û xwest ew û hemû jinên girtiyên nexweş werin berdan.

Girtî bi nexweşiya xurê ketine

Klubê her wiha destnîşan kir ku nêzî ji sedî 80'ê girtî bi nexweşiya gurîbûnê ketine ku ev nexweşiyeke belav dibe û nayên dermankirin. Her wiha da zanîn ku ev dibe sedema êş û xura zêde, nahêle girtî razên. Klubê destnîşan kir ku bedena girtiyên ku vê dawiyê hatine berdan tije nêm bûbû.

Her wiha li dijî berdewamiya bikaranîna girtina îdarî hişyarî da û destnîşan kir ku zêdetirî 3,500 girtiyên îdarî di girtîgehan de hene û bêyî îdianameyeke zelal fermanên girtinê têne dayîn û nûkirin.