Li Îtalyayê li sedan dibistanan gefa bombeyê hate xwarin
Li Îtalyayê bajarên wekî Roma, Mîlano û Napolî jî di nav de ji nêzî 300 dibistanan re gefa bombeyê hate şandin. Dibistan hatin valakirin û di kontrolên ewlehiyê de heta niha tu gefek şênber nehat tesbît kirin.
Navenda Nûçeyan – Li Îtalyayê, li seranserê welat bi sedan dibistanan re bi rêya e-postayên nediyar îxbarên bombeyê hatin kirin. Li bajarên weke Roma, Torino, Napoli, Bergamo û Milanoyê li gelek dibistanan kontrolên valakirin û ewlehiyê hatin kirin.
Wezîrê Perwerdeyê yê Îtalyaym Giuseooe Valditara, diyar kir ku nêzîkî 300 dibistanan îxbarên bombeyê standine. Tê ragihandin ku di e-postayan de gefên cîhazên ku ji dûr ve tên teqandin û di avahiyên dibistanan de hatine danîn, heye.
Li gorî ANSA’yê, di peyaman de îfadeyên weke ‘’Em ê we tune bikin’’ hatine bikaranîn. Hate diyarkirin ku e-posta bi îmzeya Mikhail Antropov hatine şandin û ji navê ku xwe weke serokê Vilayat of Misoginistanê daye naskirin, hatine.
Beriya niha jî gef hatibû xwarin
Serokwezîr Giorgia Meloni anî ziman ku hêzên ewlehiyê û saziyên eleqedar bi hesasiyeteke mezin îxbaran lêkolîn dikin û got ku di kontrolên heya niha hatine kirin de talûkeyeke şênber nehatiye tespîtkirin.
Serokwezîr Giorgia Meloni bi armanca nirxandina geşedanan û koordînekirina redbîrên ku werin standin ferman da ku di saet 16.00’an de civîna hikûmetê were lidarxistin. Tê payîn ku alîkarên serokwezîr, wezîrên eleqedar, rayedarn îstixbaratê û rêveberên Ajansa Ewlehiya Sîber a Neteweyî beşdarî, civînê bibin.
Wezirê Parastinê Guido Crosetto anî ziman ku îxbar bi armanca tirsandinê hatine kirin. Wezîrê Perwerdeyê Valditara jî destnîşan kir ku li gorî nirxandinên heyî, gefeke bombeyê ya şênber tune ye lê belê yekîneyên ewlehiyê lêkolînên xwe didomînin.
Li Îtalyayê çend rojan beriya niha jî nêzîkî ji 280 rêveberên dibistanan re heman e-posta hatibûn şandin. Rayedar lêkolîn dikin ku têkiliya îxbarên nû li gel yên beriya niha hene yan na.