YJK-E û KON-MED'ê kuştina Vesîle Akin bi tundî şermezar kir

YJK-E û KON-MED'ê kuştina Vesîle Akin a dayîka 5 zarokan a 35 salî ku li Durenê ji aliyê hevjînê xwe ve hat kuştin şermezar kir û wiha hat gotin: “Kuştina jinek êrîşa li hemberî pêşeroja civakê û jiyana hevpar e.”

Navenda Nûçeyan – Yekîtiya Jinên Kurd li Elmanyayê (YJK-E) û Konfederasyona Civakên Demokratîk a Kurdistaniyên li Elmanyayê (KON-MED) di daxuyaniyek nivîskî kuştina Vesîle Akin a dayika 5 zarokan a 35 salî ku li Durenê ji aliyê hevjînê xwe ve hat kuştin bi tundî şermezar kir. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Me  bi hêrs û xemgîniyeke mezin bihîst ku Vesîle Akin a li bajarê Duren ê Elmanyayê dijî 35 salî û dayîka 5 zarokan e ji aliyê hevjînê xwe yê ku ji hev cuda dijîn ve bi kêrê hatiye kuştin.”

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku demek kurt beriya niha li hemberî kuştina Endayê ya li Coesfeldê dengê xwe bilind kiribû wiha hate gotin: “Roja îroyîn em dubare dibin şahidê kuştina jineke din. Nav û bajar diguherin lê tundiya mêran û êşên jin dikşînin, naguherin.”

‘Kuştina jinan polîtîk e’

Di berdewama daxuyaniyê de ev tişt hat gotin: “Tundiya li dijî jinan bes ne berpirsiyariya jinan e, berpirsiyariya hemû civakê ye. Kuştina jinek, êrîşa li hemberî pêşeroja civakê û jiyana hevpar e.

Li gorî agahiyan Vesîle Akin, beriya niha ji ber ku gef lê hatiye xwarin serî li polîsan daye û daxwaza parastinê kiriye. Tê diyarkirin ku tevî tedbîrên dûrxistinê jî gef lê hatiye xwarin û Vesîle Akin nehatiye parastin.

Dema ku jinek diyar dike ku gef lê tên xwarin, alîkariyê dixwaze û ji bo parastinê serî li dewletê dide ji bo pêşîlêgirtina kuştina wê gelo divê dewlet çi bike?

Kuştina jinan polîtîk e! Divê biryarên parastinê li ser kaxezê nemînin û mafê jiyana jinan were misogerkirin. Divê serlêdanên Vesîle Akin û tedbîrên parastinê bi awayekî zelal û serbixwe bên lêkolînkirin û berpirsiyarên îhmalên muhtemel hesabê bidin.

Em bi pêngava xwe ya ‘Em Li Hemberî Kuştina Jinan û Zîhniyeta Serweriya Mêran Têkoşîna Xwe Ya Civakî Mezin Dikin’ ku di 1’ê Mijdarê de da destpêkirin û em ê heta 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar bidin domandin, tam jî balê dikşînin ser berpirsiyariya civakî.

‘Em azadiya jinan diparêzin’

Di dawiya daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Kuştina Vesîle Akin, careke din nîşan dide ku ev têkoşîna me daye destpêkirin çiqas jiyanî ye.

Em li dijî kuştina jinan jiyanê, li dijî zîhniyeta serweriya mêr azadiya jinan diparêzin û têkoşîna Xwe Ya Civakî Mezin Dikin!”