Rojnamevanên jin sê roj in di bin çavan de ne
18 kesên ku di navbera wan de rojnamevan Serpîl Unal, Ozlem Oral û Fatma Yildirim jî hene, sê roj in di bin çavan de ne.
Stenbol – Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê de, ji 9’ê Mijdarê vir ve herî kêm 18 kesên ku di navbera wan de nûçegihanên rojnameya Mucadele Bîrlîgî Serpîl Unal, Ozlem Oral û endama Lijneya Kovara Onsoz Fatma Yildirim hene, sê roj in di bin çavan de ne. Kesên binçavkirî niha li Midûriyeta Polîsan a Parêzgeha Stenbolê tên lêpirsînkirin. Hat ragihandin ku bi tohmeta "endamtiya rêxistinê" tên darizandin û tê payîn ku sibê wan bibin Dadgeha Stenbolê ya li Çaglayanê.
Daxuyaniyên MKG û DFG’ê
Komeleya Rojnamegerên Jin ên Mezopotamyayê (MKG), di daxuyaniyek nivîskî de li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal der barê mijarê de got: “Pîşeya rojnamegeriyê mafê agahdarkirina raya giştî diparêze. Rojnameger dema ku karê xwe dikin rastî neheqî û astengiyan tên. Rojnameger Serpîl Unal, Ozlem Oral û Fatma Yildirim jî dema ku erkên xwe dikirin hatin binçavkirin.”
Komeleya Rojnamegerên Dîcle Firatê (DFG) jî got: “Nûçegihan Serpîl Unal, Ozlem Oral û Fatma Yildirım ên Rojnameya Mucadele Bîrlîgî di 9’ê Mijdarê de hatine binçavkirin. Tê payîn ku hevkarên me yên sê roj in di bin çavan de ne, sibê derkevin pêşberî dadgehê. Nayê qebûlkirin ku hevkarên me yên ji ber xebatên xwe yên rojnamegeriyê hatine binçavkirin, ji azadiya xwe bêpar bimînin. Rojnamegerî ne sûc e. Divê Serpîl Unal, Ozlem Oral û Fatma Yildirim tavilê werin berdan.”