Li Hindistanê ji ber lêdana brûskê herî kêm 63 kesan jiyana xwe ji dest da

Li heremên Hindistanê yên Uttar Pradeşê û Biharê ji ber lêdana brûskê herî kêm 63 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Navenda Nûçeyan-Li gorî nûçeya rojnameya Indian Times a ji Daireya Meteorolojiyê, li 10 herêmên Uttar Pradeşê û li herêmên cuda yên Biharê rojên Çarşem û Pêncşemê gelek caran birûskê veda.

Li gorî medya Hindistanê li Uttar Pradeşê herî kêm 43, li Biharê 20 kes ji ber vedana birûskê jiyana xwe ji dest dan.

Nava hefteyê rojên Çarşem û Pêncşemê li Uttar Pradeşê ji ber barana zêde herî kêm 22 kes miribûn.