Artêşa Îsraîlê li Xezayê du malan bombebaran kir

Balafirên şer ên Îsraîlê du malên sivîlan li bajarê Xezayê bombebaran kirin. Hat hînbûn ku di êrişê de 10 kesan jiyana xwe ji dest dane, 27 kes jî birîndar bûne.

Navenda Nûçeyan – Îsraîl ji 7’ê Cotmehê ve heta niha êrişên xwe yên li dijî Zîvala Xezayê bênavber berdewam dike.

Di daxuyaniya ku ji aliyê Yekîneya Parastina Sivîl a li Xezayê ve hat dayîn de hat diyarkirin ku balafirên şer ên Îsraîlê li dijî mala malbata Yusuf ku li herêma Ebu Îskender a bakûrê Xezayê ye êriş pêk aniye. Di êrişê de 7 kesan jiyana xwe ji dest dan, 7 kes jî bi awayekî birîndar ji bin xirbeyan hatin derxistin. 

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku di encama êrişa hewayî ya li dijî mala malbata el-Haddad a li herêma Şabiye ya başa navend a Xezayê de hat diyarkirin ku 3 kesan jiyana xwe ji dest dane, 20 kes jî birîndar bûne. Şahidan diyar kirin ku di êrişa ji aliyê balafirên şer ên Îsraîlê ve li Xezayê pêk hat de li herêm û derdorên hatine hedefgirtin hilweşînek mezin çêbûye.