Jinên Êzidî bertek nîşanî êrişa li ser rojnamegerên Şengalê dan

Jinên Êzidî teqez kirin ku hedefgirtina rojnamevanan hedefgirtina civaka Êzidî ye û gotin: “Dewleta Tirk dixwaza heqîqet û berxwedana civaka Êzidî li hemberî planên qirkirin û îxanetê veşêre.”

RONÎDA HACÎ

Hesekê - Nûçegihanê Çira FM’ê Mirad Mîrza yê di 8’ê Tîrmehê di êrişa hewayî ya dewleta Tirk de tevî du hevalên xwe yên ragihandinê birîndar bûbû, ji ber birîna wî ya giran jiyana xwe ji dest da. Jinên Êzidî yên li bajarê Hesekê ya Kantona Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûrieyeyê bertek nîşanî êrişa li dijî rojnamegerên Şengalê dan û gotin: “Kes nikare rê li ber deng û rengê rastiyê bigre.”

‘Hedefgirtina rojnamevanan ji bo pêşgirtina li şoreşê ye’

Endama rêveberiya Yekitiya Jinên Êzidî Hediya Şemo da zanîn ku fermana 2014’an li ser civaka Êzidî bi riya ragihandinê de hat belavkirin û wiha anî ziman: “Di 2014’an de gelê Êzidî rastî fermanê hat ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê û îxaneta Mala Berzanî ku di wê demê de pêşmergeyan xwe kişandin, di encamê de bi hezaran jin hatin qetilkirin û revandin. Ji ber ku rojnameger heqîqeta ku li Şengalê dihat meşandin dihatin hedefgirtin. Em ji Şehîd Şengal dest pê bikin heya girtina rojamevan Silêman Ehmed û herî dawî jî hedefgirtina nûçegihanê Çira TV Mirad Mîrza. Hedefgirtina rojnamevanan ne tenê li Şengalê tê kirin li her derê ku şoreş pêk hatiye êrîş hene. Şoreşa Rojava ji Şengalê ne cuda ye lewma em dibînin li ku derê berxwedan û têkoşîn hebe, li wê derê êrîş heye. Rojnamevan eynika civakê ne û beşa herî girîng e 0di pêşxistina şoreşê de lewma dixwazin bi êrîşan, vî beşî lewaz bikin lê em jî dibêjin kes nikare rê li ber deng û rengê rastiyê bigre.”

‘Fikir û felsefeya Ocalan civaka Êzidî zindî kir’

Endama Yekitiya Jinên Êzidî yên Sûriyeyê Saad Hiso teqez kir ku ragihandin dengê civaka giştî radigihîne loma tê hedefgirtin û wiha anî ziman: “Dewleta Tirk û hevkarên wê naxwazin gelê Êzidî bi pêş bikevin û xwe birêxistin bikin. Ev siyaset hemû bi armanca qirkirina gelê Kurd e lê bila dewleta Tirk û hevkarên wê bizanibin ku her tişt xuya ye û li ber çavan e. Em baş dizanin ku yên îxanetê bi doza Kurd re dikin kî ne lewma em dibêjin bila şiyar bin, bila destên xwe ji destên dijmin bikşînin û xwedî li pêşeroja civaka Kurd derkevin. Me weke civaka Êzidî xeta berxwedaniyê hilbijartiye û bi fikir û ramanê Rêber Ocalan e girêdayî ne. Ger ne ji YPG, YPJ’ê bûya wê civaka Êzidî di fermana dawî de tune bûya. Niha me li Şengalê û li her derê xwe birêxistin dikin û me hêza xwe daye avakirin. Em soz didin ku em ê xeta şehîd Nûjiyan û Mirad bidomînin.”