Çalakiya Nobetê ya Wargeha Mexmûrê didome

Çalakiya Nobetê ya li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr) li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, bi dewirgirtina koma 71’emîn didome.

Mexmûr – Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) di 20'ê Tîrmeha 2023'an de ji bo bi dawîkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Çalakiya Nobetê hatibû destpê kirin. Çalakî bi dewirgirtina koma 71'emîn didome. Beriya ku çalakî were dewirgirtin ji bo cangoriyên azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê li ser navê koma 70’emîn Mamoste Mistefa Nerexî axivî.

‘Divê em berxwedanî û têkoşînê bilindtir bikin’

Mistefa Nerexî, di destpêka axaftina xwe de berxwedarên 14’ê Tirmehê bibîranî û wiha got: “Îro 14'Tirmehê roja berxwedaniya li hemberî zilm û zordariyê ye. Divê em beriya hertiştî keda cangoriyên ku canê di vê oxirê de fedakirin ji bîr nekin. Divê em her roj asta vê berxwedanî û têkoşînê bilindtir bikin. Pêwîste ala dewrî me kirine bi têkoşîna xwe bilind bikin.”

‘Divê em li dijî êriş û dagirkeriyê xwedî helwest bin’

Mistefa Nerexî, balkişand êrîş û dagirkariya dewleta Tirk ê li Başûrê Kurdistanê û wiha axivî: “Îro welatê me bi hevkariya PDK’ê ji aliyê dewleta Tirk ve tê dagirkirin. Em bang tevahî gelê Kurd û cîhanê dikin ku li dijî êriş û dagirkeriyê xwedî helwest bin.”

‘Heta Rêbertî azad nebe em jî azad nabin’

Mistefa Nerexî, di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku armanca wan a serekê azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û wiha got: “Divê wek gelê Kurd armanca me ya sereke azadiya fîzîkî ya Rêbertî be. Heta Rêbertî azad nebe, em jî azad nabin.”

Bi dirûşmeyan koma 71’emin çalaki dewir girt. Piştî dewirgirtiyê ji bo bibîranîna berxwedanên 14’ê Tirmehê sînevîzyonek li ser jiyan, kesayet û tekoşîna cangorî Mehmet Xeyrî Dûrmûş, Akîf Yilmaz, Kemal Pîr û Alî Çîçek hate nîşandan.