Komxebata ‘Jin û Aborî’ bi dawî bû

Komxebata ‘Jin û Aborî’ ku ji aliyê Kooperatîfa Jinê ya Evînê ve hate li darixistin, piştî axaftinên derbarê têkoşîna li dijî newekheviya zayenda civakê de bi dawî bû.

Navenda Nûçeyan - Li Wanê ji aliyê Kooperatîfa Jinê ya Evîn ve komxebata ‘Jin û Aborî’ ku dû rojan dom kir mijarên weke têkoşîna zayenda civakî û newekheviyên zayenda civakî hate nîqaşkirin. Nûnerên rêxistina civaka sivîl, nûnerên rêxsitinên jinan û esnafên jin beşdarî komxebatê bûn.

Moderatoriya rûniştinan ji aliyê endama kooperatîfê Yildiz Çetîn ve hate kirin. Mijarên weke ‘Beşdariya jinan di pêvajoyên biryargirtin de’, ‘Têkoşîna zayenda civakî’ û ‘Newekheviya zayenda civakê’ ji aliyê  endama Lijneya Rêveber a Weqfa Îsmaîl Beşîkçî Gulten Madenlî û akademîsyen-nivîskar Ecehan Balta ve hate axaftin.

Endama Lijneya Rêveber a Weqfa Îsmaîl Beşîkçî Gulten Madenlî bi mînakên mitolojî beşdariya jinan ya pêvajoyê biryargirtin û têkoşîna zayanda civakî anî ziman û got: “Ji bo paşdehiştina kodê zayenda civakî divê mirov ji zîhniyeta nêrza xelas bibe. Di zayendperestiyê de herî zêde zarokên keç rastî astengkirinan tên. Destûr nayê dayîn di nava civakê de bi rolekî rabin. Nahêlin bikevin nava siyasetê. Îktîdar, jinan weke ‘dayik’ pênase dike. Divê mirov têkoşîna jinan û ya demokrasiyê ji hev cuda negire dest. Di têkoşîna jinan de kooperatîf girîng in. Dikin ku jin kar peyda bikin. Dema dixebitin jî bi xwe bawer dibin û serxwebûna aboriyê îcar berxwedêriya wan mezintir dike. Heta li dijî normên zayenda civakî jî bihêztir disekine û bi roleke mezin dilîzin.”

Di roja dûyem ya komxebatê de rûniştina yekem bi awayê pirs-bersiv bi dawî bû.

‘Newekheviya herî bingehîn bejdariya aboriyê ye’

Di rûniştina dûyem de  akademîsyen û nivîskar Ecehan Balta  derbarê newekheviyên zayenda civakî de jî axivî. Ecehan Balta, da zanîn ku Tirkiye di Endeksa Newekheviya Zayendî ya Kûrewî de di rêza 129’an de cih digire û got: “Li Tirkiyeyê gelek astengî li pêşiya jinan hene ku nekarin tev li îstîhdamê bibin. Karên civakê li ser pêyan digirin jin dikin lê ji her tiştekî bêpar tên hiştin. Tundî, mezintirîn astengiya li pêşiya îstîhdamê ye. Ji ber bûyerên tundî, tacîz û tecawizê nikarin bikevin kar. Yek ji pirsgirêkên din a sereke jî ew e ku hinek kar weke karên zilaman hinek jî weke yên jinan tên dîtin.”

‘Koparatîfên jinan qadên jin lê nefes bigrine’

Ecehan Balta, bal kişand ser girîngiya rêveberiyên herêmî ya di mijara îstîhdamê de û wiha dom kir: “Girîng e ku ji bo zêdekirina kreşan gav bên avêtin. Plana çalakiya wekheviya herêmî, mezintirîn peywira şaredariyan e. Em mecbûr in newekheviya herêmî ji gel bipirsin û binirxînin. Di vê mijarê de şaredarî dikarin gelek tiştan bikin. Dikare li dijî newekheviya zayenda civakî gelek tişt bên kirin. Jin, li kooperatîfan hinek bêhnê distînin. Divê ev qad bên berfirehkirin û xebat bên kirin ku hemû jin tev li bibin.”

Komxebat piştî xwendina encamnameyê bi dawî bû.