Piştî girtîmayîna 6 mehan Zehra Muhammedî şandin destûrê

Mamosteya zimanê Kurdî û Seroka Komaleya Çand-Civakî ya Nozînê Zehra Muhammedî piştî girtîmayîna 6 mehan a li Girtîgeha Sanandajê şandin destûrê.

Navenda Nûçeyan – Hêzên ewlehiya Îranê piştî xirabbûna rewşa tendûristiya bavê wê, ji bo deh rojan destûrê dan Zehra Muhammedî.  Mamosteya zimanê Kurdî Zehra Muhammedi ev pênç sal in li girtîgeha Sanandajê tê girtin.

Zehra Muhammedi di 23’ê Hezîrana 2009’an de hat girtin û di 3’ê Kanûna heman salê de bi kefaleta 700 milyon tomarê hate berdan.

Di Tirmeha 2020’an de Dadgeha Şoreşê ya li Sanandajê bi hiceta “bi armanca zirardayîna ewlehiya netewî avakirina komekê” deh sal cezayê girtîgehê lê birî, lê Dadgeha Temyizê ya Çaremîn di Sibata 2021’an de cezayê daxist 5 salan.

Endama damezrîner û dîrektora Komaleya Çandî û Civakî ya Nozînê Zehra Muhammedi, di 8’ê Çileyê de şandin Girtîgeha Sanandajê.

Di dema binçavkirina kêyfî de ji bo dermankirina nexweşiyên wê yê made û ziravê mafê wê yê dermanan hat astengkirin û hat zanîn ku di dema binçavkirinê de hêzên ewlehiyê bi girtina endamên malbatê gefan li Zehra Muhammedi xwarine û ji bo li ser televîzyonê li xwe mikûr be gelek zext û êrişan li ser çalakvana mafên mirova Zehra Muhammedi kirine.