Li El-Faşêra dorpêçkirî birçîbûn û tecawiz zêde dibe
Aktivîsta Sûdanî Halîme Muhammed Abdurrahman, rewşa li bajarê El Faşêr a di bin dorpêçê de bi gotinên “trajîk” pênase kir û diyar kir ku rewşa li bajêr, nîşan dide ku ev der bûye cihê xiyaneta navneteweyî û bêdengiya cîhanê ya li dijî binpêkirinan.
ZUHÛR EL MEŞRIQÎ
Tûnis – El-Faşêr, paytexta eyaleta Darfûra Bakur a Sûdanê ye û di bin zilmek mezin de ye. Li ber çavên cîhanê di nava felaketek de maye. Pevçûnên di navbera Artêşa Sûdanê û Hêzên Piştgiriya Lezgîn de hê jî didomin û her roj dibe sedema mirina bi dehan kesan. Bêdengiya herêmî û navneteweyî jî pirsên li ser vê bêdengî û xiyanetê zêde dikin. Li bajarê ku bi temamî di bin dorpêçê de ye, aliyên ku şer dikin, nahêlin ku alîkariyên mirovî bikevin bajêr. Ev yek jî dibe sedem ku krîza xurekê veguhere xelayê. Di dîmenên ku sînorên trajediyê nîşan didin de, bi taybetî jin û zarok, ji bo sax bimînin, neçar dimînin bermahiyên ajalan û yên din bixwin.
Raporên li qadê Hêzên Piştgiriya Lezgîn sûcdar dikin
El-Faşêr, weke herêmên din ên Sûdanê, di nava şerê ku mirovan ji bo şer kiriye amûr de ye. Tevî bangên agirbestê yên civaka navneteweyî jî herdu alî danîna çekan û diyalogê red dikin. Raporên li qadê, Hêzên Piştgiriya Lezgîn bi polîtîkayên birçîhiştina sivîlan sûcdar dikin. Kesên ku hewl didin ji bajêr birevin jî bi kuştin, tecawiz û revandinê re rûbirû dimînin. Ev yek jî rûyê tarî yê şer û kûrbûna trajediya mirovî ya li Darfûrê nîşan dide.
‘Êşa herî kûr’
Parêzvana mafan Helîme Muhammed Abdurrahman, rewşa li El-Faşêrê bi gotinên “êşa ku gihîştiye asta herî kûr” pênase kir û diyar kir ku hemû çekên qedexe yên navneteweyî ji bo kuştin û biçûkxistina mirovan tên bikaranîn. Li gorî wê gelê El Faşêr, bûye qurbanê pevçûnên ku di navbera Artêşa Sûdanê û Hêzên Piştgiriya Lezgîn de çêbûne. Li gorî wê gelê El Faşêrê bûye qurbanê pevçûnên ku di navbera Artêşa Sûdanê û Hêzên Piştgiriya Lezgîn de. Jin û zarokên ku ji ber tirs û birçîbûnê di rewşeke xirab de bûn hatin hedefgirtin û şerekî dijwar hat meşandin.
Li nav meydanê jin rastî tecawizê tên
Helîme Muhammed diyar dike ku tu kes sedema rastîn a vê şîdeta zêde nizane, tiştên tên jiyîn bi tu tiştî nayên pênasekirin û wiha dibêje: “Tu mînakên vê rewşê li cîhanê tunene û rewş veguheriye trajediyeke mezin. Ên di vî şerî de zêde bûn hedef jin û zarok in. Jinên El-Faşêrê di ewlehiyê de nînin; dema ku hewl didin ji pevçûnan birevin, li nava kolanê rastî tecawizê tên. Extiyar an jî zarok qet ferq nake; di çavên celad de tenê weke bedenek ku divê were biçûkxistin in.”
Jin ji bo sax bimînin, êmên mangeyan dixwin
Helîme Muhemmed Abdurrahman, diyar kir ku aliyên şer jinan weke mertal bikar tînin û bedena ji bo xwe weke qada şer dibînin, jinan direvînin, îşkence li wan dikin û dûre ji malbatên wan fîdye dixwazin û wiha domand: “Di vî şerê birçîbûnê de jin, ji bo sax bimînin, êmên mangeyan dixwin; kesên çekdar jî wan biçûk dixin û pê li rûmeta wan dikin. Li cîhanê tu cihekî ku weke El Faşêrê mirovî lê nemabe tune ye, li wê derê mirovahî nemaye.”
Helîme Muhemmed Abdurehman li ser bêdengiya civaka navneteweyî û herêmî jî axivî diyar kir ku Neteweyên Yekbûyî tevî ku rewşê bi gotinên “trajîk” pênase kiriye jî tu gaveke bi bandor nehatiye avêtin û got: “Em ji roja destpêka şer heta niha hewl didin dengê xwe bidin bihîstin lê cîhan bi zanîn bêdeng e. Civaka navneteweyî gelê Sûdanê bi tenê hişt lewre berjewendiya wan di vî şerî de heye. Pergala îro wisa ye ku berjewendî beriya mirovahiyê tên. Gelo mirovên li cîhanê li ku ne? Hem civaka navneteweyî, hem jî aliyên herêmî hevkariya sûc dikin. Tiştê ku wan têkildar dike tenê berjewendiyên wan in; peyamên şermezarkirinê jî wisa seranser û bê biryar in. Ne êşa gelê Sûdanê nîşan didin ne jî mezinbûna felaketa mirovî.”
Dika şerê berjewendiyan
Li gorî Helîme Muhemmed Abdurrahman şerê li Darfûrê tenê pevçûneke navxweyî nîne, di heman demê de şerê desteserkirina çavkaniyên welat û mêtinkariya dewlemendiyan e jî. Ji ber ku herêm ji aliyê çavkaniyên bin erdê ve dewlemend e, ji aliyê çandinî ve berhemdar û ji aliyê avê ve jî navendeke stratejîk e; çavên hêzên navneteweyî li ser in û bûye qada şer ji bo wan. Helîme Muhemmed wiha domand: “Tenê li El-Faşêrê ji 6 hezarî zêdetir mirov hatin kuştin; bi kesên ku ji ber birçîbûn û xwarina kêm mirin re jî; hejmara miriyan pir zêde ye. Jin rastî tecawizê tên, jinên ducanî, rastî îşkenceyê tên. Ji ber vî şerî malbat perçe bûn, tevna civakî nema. Gelek dê û bav êdî nizanin zarokên wan li kuderê ne. Hilweşîna li bajr wiha jixweber çênebû, bi dorpêçeke plankirî çêbû. Ji ber dewlemendî û rewşa stratekîk a El Faşêrê, bû navenda pevçûnên berjewendiyên hêzên navneteweyî.”
Tecawiz bûye çeka radestkirinê
Helîme Abdurrehman balê dikşîne ku di vî şerî de jin weke çek tên bikaranîn û gotinên xwe wiha didomîne: “Ji bo ku serê bajarên Sûdanê bidin tewandin jinan bi kar anî. Şîdeta li dijî jinan nû nîne ji sala 1987’an heta niha didome û di hemû şerên li Darfûrê de tecawiz weke çekeke sîstematîk hat bikaranîn. Bi komkujiyên di sala 2003’yan de van binpêkirinan sînro derbas kirin lê di şerê niha de ev rewş hovanetir bûye. Her car pêşî berê çekan didin jinan, dûre tecawizê weke çeka ji bo tirsandinê bi kar tînin lê vê carê jin bêdeng neman. Dîwarê tirs û şermê hilweşandin. Tecawizê weke sûcê şer deşîfre kirin. Ev yek jî nîşan dide ku jinên Sûdanî ji êşan bûn xwedî zanîn û şiyar bûn.”
Helîme Abdurrehman diyar kir ku rêxistinên jinan û civaka sivîl divê bi riya edalet û darazê têkoşîna hesabdayînê bimeşînin û got: “Aştî tenê bi edaletê pêkan e. Heta ku hesab neyê dayîn, lihevkirin nabe, ne bi tolhildanê lê bi riya hiqûqê ceza şert e.”
Di hewldanên aştiyê de nedîtina jinan
Helîme Abdurrahman, got ku di pêvajoyên aştiyê de cihê jinan tenê vîtrîn e û wiha domand: “Ji ber ku li Sûdanê feraseta serdest a mêr heye, jin tenê ji bo ku bixuyên tên bangkirin. Di muzakere û mekanîzmayên biryargirtinê de, dengê wan nayê bihîstin. Peywir bidin wan jî, lê zêdetir wezaretên ku girîngiya wan tuneye.”
Her wiha bi bîr xist ku ji sedî 60’ê xwendekarên zanîngehê yên li Sûdanê jin in û got ku tevî vê jî feraseta desthilatdariya mêr hê jî serdest e, rexne li hinek jinan kir û got: “Jin jî nebûn yek. Ji cudahiyên partî eşîr û cudahiya bîrdoziyan derbas nebûn û rojeveke hevpar a jinan ava nekirin.”
Helîme Abdurehman diyar kir ku di makezagona Sûdanê de wekheviya zayendî tuneye û got: “Hemû makezagonên li welat, li gorî berjewendiyên hikûmetê hatine nivîsandin ne li gorî dewletê. Ji ber wê jinan, gel û cudahiyan temsîl nakin.”
Êşa koçberî û sirgûnê
Helîme Abdurrehman li ser êşa ku jin ji ber koçberiya bi zorê û sirgûniyê dikşînin jî bi gotinên: “Bedela azadiyê giran e lê dê Sûdan di dawiyê de bighîje aramiyê” anî ziman û gotinên xwe wiha bi dawî kir: “Jinên Sûdanî bi salan, di nava şeran de jiyan, nizanibûn ewlehî çi ye lê bi sebr û berxwedêr man û ji vejînê bawer dikin. Ji pevçûnên 2023’yan heta niha jinan tevî qirkirinê jî li ber xwe dan. Jinên ji Darfûrê bi hêz in; dê li dijî zilmê serkeftinê bidest bixin, sûcdaran li pêşberî edaletê bidarizînin. Êdî dîwarê tirs û bêdengiyê hilweşiya; piştî xof û hovîtiya ku dîtin, êdî natirsin.”