Bêrîtan li Hesekê, Qamişlo û Kobanê hat bibîranîn
Di çalakiyên ku bi mebesta bîranîna Bêrîtan hatin lidarxistin de, jinan destnîşan kir ku bi saya Bêrîtan rêya azadiyê li wan hatiye vekirin û banga xwedî derketina li keda wê hat kirin.
Navenda Nûçeyan – Bi mebesta bîranîna 33’yemîn salvegera Gulnaz Karataş (Bêrîtan Hêvî) ya di sala 1992’an de li dijî êrîşên dewleta Tirk û xiyaneta PDK’ê heya kêliya xwe ya dawiyê li berxwe da û xwe ji zinaran avêt, li gelek bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakî tên lidarxistin. Li Hesekê, Qamişloyê û Kobanê bi beşdariya gelek jinan merasîm pêk hatin.
‘Berxwedana şehîd Bêrîtan rêya azadiyê ji bo me vekir’
Kongra Star li Parka 4‘ê Nîsanê ya Hesekê çalakiyek lidar xist. Hemû saziyên civaka sivîl û rêxistinên jinan ji bajarê Hesekê, Şedadê, Til Temirê, Til Birakê, Hol û kampên Serêkaniyê û Waşokanî beşdarî merasîmê bûn. Piştî rêzgirtinê, Endama kordînasyona Kongra Star a kantona Hesekê Xalîde Botî axivî û Bêrîtan bi bîr anî. Xalîde Botî wiha got: “Şehîd Bêrîtan ji bo me û ji bo hemû jinên ku tiyên azadiyê ne, mînakek e. Berxwedana şehîd Bêrîtan rêya azadiyê ji bo me vekir. Bi saya wê îro em xwe dikin yek û xwe bipêş dixin da ku civakek azad û wekhev ava bikin. Em soz didin hemû şehîdên azadiyê ku em ê şopa wan bişopînin û leza têkoşînê zêde bikin.”
‘Ji bo azadiya axê xwe feda kir’
Endama Koordînasyona Kongra Star li Tel Birakê, Edra Huseyîn jî di merasîmê de axivî. got: "Em wekî Tevgera Azadiya Jinan, bi rêzdarî û heybet li ber mezinbûna şehîdan radiwestin û di şexsê şehîd Bêrîtan de em hemû şehîdên jin ên têkoşîna azadî û rûmetê bi bîr tînin, ku bûne sembola qehremanî, fedakarî û berxwedana jinan. Şehîd Bêrîtan yek ji bi sedan şehîdên jin e ku ji bo azadkirina axê xwe feda kirine. Rêber Apo dibêje ku ‘berxwedana fedakar a heval Bêrîtan di têkoşîna azadî û rêxistinbûna jinan de gihîştiye qonaxek nû û mîrateyek ku dîrok şahidiya wê dike hiştiye’. Îro, em wekî rêxistina Kongra Star ji bo pêşxistin, xurtkirin û berfirehkirina têkoşîna xwe ya azadiya jinan dixebitin.”
Di dawiya çalakiyê de 3 stranên li ser Bêrîtan, ji hêla koma muzîkê ya gira Sterk a girêdayî Navenda Hîlala Zerîn e, hatin pêşkêşkirin.
‘Teslîmiyetê em ê qebûl nekin’
Li Qamişloyê, Tevgera Mezopotamya ya Çand û Hunera Demokratîk (TEV-ÇAND), bi hevkariya Tevgera Hîlala Zêrîn a Çanda Jinan, Bêrîtan Hêvî (Gulnaz Karataş) bi çalakiyek û belavkirina helawiyê bibîr anîn. Çalakî bi tevlîbûna endamên Çand û Hunerê û endamên tevgera Hîlala Zêrîn, li navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê hat lidarxistin.
Piştî deqeyek rêzgirtin, ji Koordînasyona Tevgera Hîlala Zêrîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Şêrîn Reşîd, li ser lehengiya Bêrîtan Hêvî axivî û got: “Çalakiya Şehîd Bêrîtan çalakiya evîn û rûmetê ye. Rast e, çalakiya evînê ye, evîna bi welat, ax û ji bo axê canê xwe feda kir. Di şexsê şehîd Bêrîtan de îro em dibînin artêşa me bi navê artêşa jinê tê naskirin. Şehîd Bêrîtan nîşan da ku ne tenê mêr dikarin çekan rakin, nîşan da ku em jin jî dikarin çekan rakin, em dikarin bexwedaniyê bikin, em dikarin ji bo jiyanek azad têbikoşin. Bi saya Bêrîtan em dibînin îro jin cihê xwe di her qadên civakê de digrin. Ev ji bo me şoreşeke pir mezin e. Em îro bi saya van şehîdan û berxwedan û têkoşîna wan jiyan dikin. Di şexsê Şehîd Bêrîtan de me nas kir ku wateya nirx çiqas girîng e. Ji bo wê jî em wek jinê em ê nirxê welat b parêzin û têkoşîn û berxwedanê bikin û teslîmiyetê em ê qebûl nekin.”
Piştî axaftinan sînevîzyonek li ser jiyana Bêrîtan hat temaşekirin. Her wiha Koma Şehîd Hêva sitranên xwe pêşkêş kirin û herî dawî helawî hat belavkirin.
Çalakî bi dirûşmeya “Şehîd namirin” bi dawî bû.
‘Em bi bedêlên wiha gihîştin van rojan’
Rêxistina Kongra Star a bajarê Kobanê jî, merasîmek li navenda Çand û Hûnera Baqî Xido lidar xist. Bi dehan malbatên cangoriyan, nûnerên sazî û rêxistinên civaka sivîl di merasîmê de amade bûn. Bîranîn bi deqeyek rêzgirtin destpê kir, piştre ji rêveberiya Kongra Star Newroz Dêrsim axivî. Newroz Dêrsim da zanîn têkoşer Bêrîtan ji bo wan çanda berxwedan û têkoşînê berz kiriye û wiha got: “Şehîd Bêrîtan ku pir bi wate jiyan kir, têkoşiya û şehîd bû, li dijî îxanet û teslîmbûnê çanda berxwedana jina Kurd nîşan da. Weke jin jî em bi bedelên wiha gihîştin van rojan ku divê em nirxê wê bizanibin û xwedî lê derkevin. Bi taybetî di pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de jî divê em bi mîrateya şehîd Bêrîtan a bi binirx aştiyeke bi rûmet mîsoger bikin.”
Piştî ku sînevîzyon hat nîşandan, merasîm bi dirûşmên “Şehîd Namirin” birdawî bû.