Ji bo Werîşe, Pexşan û Şerîfe merasîma hemwelatîbûna rûmetê
Roja 23’ê Cotmehê li bajarê Fabriano yê Îtalya bi merasîmek taybet meclîsa bajar, nasnameya hemwelatîbûna rûmetê da sê girtiyên siyasî Werîşe Muradî, Pexşan Ezîzî û Şerîfe Mihemedî ku cezayê darvekirinê li wan hatiye birin.
Naveda Nûçeyan – Roja 23’ê Cotmehê li bajarê Fabriano ya Îtalya bi merasîmek taybet Meclîsa bajar nasnameya rûmetê da sê girtiyên siyasî Werîşe Muradî, Pexşan Ezîzî û Şerîfe Mihemedî ku cezayê darvekirinê li wan hatiye birîn.
Di destpêka merasîmê de seroka meclîsa bajar Giovanni Balducci di axaftina kirî de pesnê hewldanên Werîşe Muradî, Pexşan Ezîzî û Şerîfe Mihemedî ji bo parastina mafê mirovan da. Her wiha bal kişand ser piştevaniya berdewam ya şaredariya Fabriano ya Îtalya ji bo têkoşîna jinên Kurd û Îranê ji bo azadî û dadperweriyê.
Di heman demê de nasnemeya hemwelatîbûna rûmetê dan nûnerên sê girtiyên siyasî yên jin. Navê nûneran wiha ye: Berpirsa Lijneya derfeta yeksanî ya bajarê Fabriano Cecilia Guida, seroka şaredariya Fabriano, Daniela Ghergo, endama meclîsa şaredariyê Marta Ricciotti.
Hêjayî bi bîrxistinê ye di 8’ê Çileya 2025’an ji aliyê dadgeha bilind ya Îranê ve cezayê Pexşan Ezîzî û roja 10’ê Mijdara 2024’an ve jî cezayê darvekirinê yê Werîşe Muradî bi temamî hatine erêkirin. Di 13’ê Sibatê de dubare cezayê darvekirinê Şerîfe Mihemedî hate erêkirin.