Xizmên Windayan cara 872’an ji bo edaletê hatin ba hev
Xizmên Windayan û parêzvanên mafê mirovan kiryarên Hamza Arslanoglu ku di 1995’an de ji aliyê endamên JÎTEM’ê ve piştî hate şopandin hate windakirin pirsîn
Amed – Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê û Xizmên Windayan di hefteya 872'emîn a çalakiya xwe de li ber bîrdariya Mafê Jiyanê ya li Parka Koşuyolu ya navçeya Rezanê kom bûn. Di çalakiya vê hefteyê de li kujerên Hamza Arslanoglû ku di 25'ê Cotmeha 1995'an de li Amedê ji aliyê elemanên JÎTEM'ê ve hat windakirin, hat pirsin.
Di çalakiyê de wêneyên windayan hatin hilgirtin. Malbata Arslanoglû jî tevlî çalakiyê bû. Her wiha Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak jî tevlî çalakiya vê hefteyê bû.
Çîroka windabûna Hamza Arslanoglû ji aliyê Rêveberê ÎHD'ê Alî Îhsan Demirtaş ve hat xwendin.
Piştî daxuyaniyê ji bo kesên hatine windakirin çalakiya rûniştinê hat lidarxistin.