Li Bendava Tişrînê pêşangeha bîranînan

Li Bendava Tişrînê ya ku ev sê meh in li hember êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê berxwedanek bêhempa tê nîşandan, pêşangehs berxwedanê jî cih digire.

SORGUL ŞÊXO

Tişrîn – Ji 8’ê Çileyê ve gel û şervanên xwe li hember êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk, berxwedanek dîrokî dimeşînin. Li gel berxwedana gel a ji bo parstina av, ax û enerjiya xwe nobetê digirin, qûncikek ji bendavê veguherandine qada bîranînan.

Kesên ku tên bendavê ji sivîlan, hûnermend, nivîskar, şanoger, endeziyar, siyasetmedar û werzîşvanan, ji Kurd, Ereb, Elewî û Suryanî gelek kes hene, quncikekî bendavê veguherandine cihê bîranînan.

Di bin navê ‘Bîranînên Bendava Tişrînê’ de her kes nav û paşnavê xwe, li gel hest û helwestên xwe dinvîse û bi dîwar ve dike da ku ji dîrokê re bimîne.