Kongra Star bi daxuyaniyeke çapemeniyê banga parastina Elewiyan kir
Rêxistina Kongreya Star a bajarê Qamişlo bi daxuyaniyeke çapemeniyê geşedan û komkujiyên li peravên Sûriyê pêk tên şermezar kir û banga parastina sivîlan kir.

Qamişlo – Ji 6’ê Adara 2025’an de, HTŞ’ê ya cîhadîst û komên tundrew li parêzgeh û herêmên peravên Sûriyê êrîşî Elewiyan dikin ku heta niha zêdetirî hezar kesî û di nav de jin û zarok hene qetil kir.
Li dijî van komkujiyan rêxistina Kongra Star li bajarê Qamişlo yê kantona Cizîrê li Bakûr û Rojhilatê Sûriyê daxuyaniyeke çapemeniyê li pêş Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hûnerê da.
Daxuyaniya ku ji aliyê Rêveberiya Kongra Star a Kantona Qamişlo Ibtîsam El-Huseyînî ve hat xwendin wiha ye:
“Ev çend roj in ji aliyê endamên HTŞ’ê û di bin çavderiya Komên tundrew de li bajarên Sûriyê ên wek latiqiyê, Humûs, Tartûs ên ku piranî Elewî lê jiyan dikin, li ser jin, zarok û gel komkujî pêktînin û nêzikatî û zordariyeke hovane yên ji derveyê mirovahiyê têne firotin û Revandin. taybet di meha Rojiyê de û li ser civaka bê parastin qetliyam û îşkenceyên pêkanîn ji aliyê exlaqî ve nayê qebul kirin û ev pêkanîn ji derveyî mirovatiyê ye. Van komkujî û pêkanînên ku li ser welatiyên Sûriyê têne meşandin, temsîla kiryarên cihadîstan bi xwe ye. Gelek zarok, jin û malbat tên qetilkirin. Her çiqas sedemê wê wek aligirên Rêjima Sûriyê bidin nîşandan jî lê belê di bin vî navî de hişmendî û sîstema xwe ya cihadîst û îslama radîkal didin meşandin.”
‘Êrîşên hember elewiyan hişmendî û piratîka desthilata Şamê diyar dike’
Li hemberî vê sûcê mirovatiyê bêdengiya qadên nav netewî û Miletên Yekbûyî qet nayê qebûl kirin û ev nêzikatî di zihnên însanan de fikaran dide avakirin. Divê yekser li hemberî van qetliyam û kuştinên zarok, Jinan bawerî û netewên cûda helwestên pêwîst bê raber kirin û pêşiya van qetliyamên dijmirovî bên girtin. Ev kuştin, talankirin û komkujî taybet li hemberî gelên Elewî û mezhebên cûda tên meşandin û ev piratîk nêzikatî, niyet, armanc û rastiya sîstema Rêveberiya Şamê radixe li ber çavan. Bi van nêzikatiyan ve dixwazin welatê Sûriyê carekedin bixin nav alozî, şer û pevçûnan û bi van pêkanînan ve dixwazin desthilatdariya xwe xurt bikin û hewil didin çavên civaka Suriyê bitirsînin da ku aşitî, azadî û wekheviyê nexwazin û serî ranekin. Jiber ku zihniyeta wan li dijî azadî, wekhevî û xwişk û biratiyê ye. Di heman demê de li dijî jiyana jinan xuya dike. Lê belê rastiya civakbûyînê jî bi hêza xwe ya cewherî ve her tim li hemberî zilm û zordariyê berxwe didin û mafên mirovahiyê bidest dixin.
‘Pêşeroja Sûriyê bi pirengiya wê misoger e’
“Pêwîste hemû hêzên demokratîk, hêzên nav netewî, Miletên Yekbûyî û saziyên pêywendîdar li hemberî van pêkanînan bê deng nemînin û bibin xwedî helwestên pêwîst. Rêveberiya Şamê ya ku dijminê baweriyên cûda, jin û zarokan bin wê nikaribin ji civaka Suriyê re pêşerojên bi ewle û sîstemekî wekhev û azad ava bikin. Di destpêka pîrozbahiyên bihara jinan de û bi banga projeya aşitî û demokrasiyê ve em wek meclîsa tevgera Kongreya Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyê van pêkanînên li ser miletên Elewî û taybet li ser jin û zarokan bi tu awayî qebûl nakin û nêzikatiya vê hişmendiyê şermezar dikin.”
‘Em li dijî komkujiyan dengê xwe bilind bikin’
“Em bang hemû jinên cihanê dikin da ku em dengê xwe û têkoşîna xwe li hemberî van komkujiyan bilindtir bikin û raya giştî agahdar bikin. Bi hêz, aqil û hestên jinê ve li hemberî şerê desthilatdarî û zihniyeta cihadîstan banga berxwedan û têkoşînê bikin. Dîsa em bang hemû jinên Suriyê dikin ku li dijî qetliyam û kuştinên dijmirovî deng û rengê xwe bikin yek. Dem dema dengê xwe bilindkirin û xwe rêxistinkirin, bangkirina jiyana azad, wekhev, demokratîk û aşitiyê ye.”
Daxuyanî bi dirûşmeya “Jin Jiyan Azadî” bi dawî bû.