Ji bo salevegera serhildana Koye merasîm hate lidarxistin
Li Koye bi boneya salvegera serhildana bajarê Koye merasîmek hate li darxistin û kesên di serhildanê de jiyana de ji dest dabûn hatin bîranîn.

ŞIYA KOYE
Koye – Roja 9’ê Adarê bi boneya salvegera serhildana bajarê Koye û merasîma bîranînê hate li darxistin û kesên di serhildanê de jiyana xwe ji dest dane hatin bîranîn.
Di destpêka merasîmê de ji aliyê hevjîna Şehîd Cewher, Naske ve bingehê parkek nimûne hate danîn û piştre şanoyek derbar serhildanê de ji aliyê rêveberiya rewşenbîrî û hunerî ya Koye ve hate pêşandan. Di heman demê de pêşangehek wêneyên şehîdên serhildanê hate vekirin.
Çalakvan û serpereştiyariya perwerdeyê li Koye Hewrîn Nadir a beşdarî merasîmê bûbû derbarê roja serhildan û rola jinan divê rojê de wiha got: “Bi giştî xelk beşdarî serhildanê bûn. Jin û mêr mil bi milê pêşmergeyan beşdarî serhlidana Koye ku 9’ê Adara 1991’an de destpêkirî bûn. Li aliyê birûsk ku piranî Kurd bûn û jinên din li taxa Cemîe, Azadî, Girdî ku bangawazî hate kirin û li mizgefta mezin jinan mal bi mal li deriyan didan da ku xelk derkevin ji derve û beşdarî serhildanê bibin. Di serhildanê de jin pêşengiyê kirin û gelek windahî hate dayîn. Di roja serhildanê de çar jin şehîd bûn û çend jinên din jî birîndar bûn.”