Jinek Elewî ya ji Tartûsê: Gund hatin şewitandin, qetlîam kirin

A.B ya ji Tartûsê anî ziman ku ku çekdarên HTŞ ya cîhadîst ku li peravên Sûriyeyê komkujiya Elewiyan dike, gundê Bermaya yê bajarê Baniyas ê Sûriyê şewitandine, dest danîne ser malên gel.

Navenda Nûçeyan – Hêzên girêdayî HTŞ’ê (Heyet Tehrîr El Şam) ji 6’ê Adarê ve li herêma peravê ya Sûriyeyê li dijî Elewiyan komkujiyan pêk tîne. Tê texmînkirin ku di nav çend rojan de zêdetirî hezar kes hatine qetilkirin.

A.B yek ji jinên ku ji bajarê Beniyas a parêzgeha Tertûsê ye û bi xwe Elewî ye. A.B. ya bal kişand li ser kiryarên cîhadîstan û diyar kir ku cîhadîstên HTŞ gundê Bermaya yê bajarê Baniyas şewitandin, dest danîne ser malên gel.

A.B. wiha got: "Hin nûnerên Netewên Yekbûyî derbasî bajêr bûn ku rewşa sivîlan li herêmê peravê ku rastê komkujî û êrîşan hatine, bişopînin. Lê cîhadîstên HTŞ'ê ew birin gundê El-Xensalê ya herêma Beniyas. Ji bo ku komkujiyên xwe veşêrin ew birin wê gundê.”

‘Gund hatin şewitandin’

A.B. got ku gundê Bermaya ji aliyê cîhadîstan ve hatiye şewitandin û her wiha milk û malên welatiyan hatiye desteserkirin.