Leyla Zana: Zoriyê li sînorê Kurdan nekin

Siyasetmedara Kurd Leyla Zana bertek nîşanî girtina ciwanên ku govend gerandine da û got: “Zoriyê li sînorên Kurdan nekin.”

Navenda Nûçeyan- Siyasetmedara Kurd Leyla Zana girtina ciwanên ku li ber stranên Kurdî govend gerandine bi peyma ku li ser hesabê xwe ya medyaya dijîtal parvekirî bertek nîşan da.

Leyla Zana li ser hesabê xwe ya medyaya dijîtal ev peyam perve kir û got: “Zoriyê li sînorê Kurdan nekin! Ger hûn bixwazin me hemûyan li ber stranên Kurdî, dehol, zurna û dirûşemyên me derbixin qadan û meydanan em bi keyfxweşî hene.!”