Lêkolînerê Tûnisî: Hevgirtina jinan asoyên nû ji bo wan vedike

Profesor û lêkolînerê felsefê yê Tûnisî Hizamî Mahcûb bang li jinan kir ku têkoşîna xwe xurtir bikin û nehêlin destkeftiyên jinên Sûriyê bên çewsandin.

ZIHÛR EL MEŞREQÎ

Tûnis- Ji roja ku rêveberiya cîhadîst Heyet Tehrîr El Şam HTŞ'ê li Sûriyê destpê kiriye heta niha Sûriyê di qonaxek krîtîk re derbas dibe. Ev jî hişt ku jinên Sûriyê bi fikar bin. Ji ber ku dê rola wan di civakê de bê sînorkirin û ewê ji mafê xwe bêpar bimînin.

‘Destkeftiyên jinan di bin xeterê de ne’

Profesor û lêkolînerê felsefeyê yê Tûnisî Hizamî Mahcûb bi bîr xist ku jinên Sûriyê ji bo destkeftiyên xwe bi dest bixin, bi salane têkoşiyane û wiha berdewam kir: “Niha di rewşên aloz re derbas dibin û di bin gefên wekî rol û beşdarbûna wan a li jiyanê bê çewsandin. Daxuyaniyên Heyet Tehrîr El Şam ên dawî jî fikar û metirsiyekê li gel jinan ava dikin. Ji ber ku ew hewl didin bi rêbazên cuda karkirina jinan û azadiya wê asteng bikin. Ev rastiya nû rasterast destkeftiyên ku jinên ji hemû nasnameyan di van deh salên borî de bi dest xistine di warê perwerde, kar, çapemenî û beşdariya siyasî de dixe xeterê. Loma di vê pêvajoyê de pêwîstî bi piştgiriya jinan heye.”

'Pêwîstî bi platformên bi ewle yên ji bo jinan heye'

Hizamî Mahcûb diyar kir ku divê ji bo parastina mafê jinan zextek navnetewî li ser cîhadiyan bên kirin û wiha pê de çû: “Divê zextek li ser cîhadiyan bê avakirin ku mafê jinan bê parastin, her wiha piştgiriyê pêşkêşî rêxistinên jinan ên herêmî bikin da ku mafên wan bên parastin. Di heman demê de ragihandin jî berpirsiyar e ku balê bikşîne ser zehmetiyên ku jin dibînin û dengê wan ji raya giştî re ragihînin. Pêşkêşkirina platformên ewledar ji jinan re ku karibin bi azadî fikar û daxwazên xwe diyar bikin. Ji bo parastina mafên jinên Sûriyê di vê pêvajoyê de pêwîstî kedek hevpar di nava jinan de heye. Divê beşdarbûna wê ji cihên biryardayînê re bê misogerkirin. Ji ber ku jin perçeyek ji Sûriyê ye û tunekirina rola wê, tunekirina civakê ye.”

'Platform asoyên nû ji jinan re vedike'

Hizamî Mahcûb bal kişand ser hevgirtina jinan û girîngiya wê ya di vê pêvajoyê de û wiha axivî: “Hevgirtina jinan ne tenê tevgerek kevneşopî ye. Ji bo parastina mafan e, lê ew dikare bibe platformek ji nûbûn û afrîneriyê re ku asoyên nû ji jinan re vedike û bibin çêkerên guhertinê. Girîng e ku ji nû ve formûlekirina konsepta hevgirtinê ji bo jinan û pêşxistina civakê bê çêkirin. Li gelek herêmên bi nakokî yên Sûriyê mafê jinan tên binpêkirin. Ji qetilkirin, koçberî, destdirêjî û revandinê bigre heya dûrxistina wê yê li cîhê biryardayînê. Em dibînin ku femînîzm di cewherê xwe de ne li dijî aramiya malbatê ye. Armanca wê hevgirtina jinan e.”

'Mafê jinan parçeyek ji rêxistinên hiqûqî ye'

Hizamî Mahcûb wek profoserê felsefeyê û nivîskarek jinan û doza jinan wiha dinirxîne: “Mafê jinan ji dozên mafê mirovan ne cuda ye. Ew parçeyek ji rêxistinên hiqûqî ye ku girêdanek wê bi azadiyan re heye, wek azadiya nêrîn, fikir, mafê edaletê û mafê wijdanê ye di civakan de. Di civakên ku van prensîban binpê dikin de jin rastî koletî û zordariyê tên û wan ji derfetên karkirinê bê par dihêlin. Pêşxistina demokrasiyê û parastina mafên kêmnetewan, garantiyên bingehîn ên mafên jinan in.”

'Civaka Tûnisî di bin sîwana sîstema baviksalarî de maye'

Hizamî Mahcûb balkişand ser jinên Tûnisê ku tevî hebûna yasayan jî rastî tundiyê tên û wiha dawî li gotinên xwe anî: “Ji bo têgihîştina her diyardeyeke civakî, divê mirov li çarçoveyên siyasî û çandî yên derdora wê binhêre. Di warê siyasî de yasa gaveke pêşketî xuya dike. Lê ji ber lawazbûna saziyan û nebûna îradeyeke siyasî ya qayîm a ji bo pêkanîna wê, rastî astengiyan tê. Di çarçoveya çandê de ferasetên serdest bi heman leza ku zagon hatin avakirin, bipêş neketin. Civaka Tûnisî di destê sîstemeke baviksalarî de dîl dimîne. Sîstemek ku nirxên şîdetê û kontrolkirina mêran a li ser jinan rewa dike. Ji bo têkoşîna li dijî vê diyardeyê, divê em bi rêya perwerdehiyê, medyayê û bernameyên hişyariyê, nirxên baviksalariyê ji holê rakin û çanda wekheviyê bipêş bixin. Ji bo pêwendiya yasayî ya bi rastiyê re, pêwîstî bi bihêzkirina rola dadweriyê, perwerdekirina servîsên ewlehiyê û destekkirina navendên parastina jinan heye.”