Li Kerkûkê ji aliyê jinan ve semîner hat lidarxistin
Li bajarê Kerkûkê bi beşdariya hejmarek ji rewşenbîr û çalakvanan semînerek bi navnîşana “Beşdariya jinan di warê siyasî de’ ji aliyê Çalakvana Mafên Mirovan Semîre Ehmed ve hate dayîn.
Navenda Nûçeyan- Îro êvarê li Salona Cadeya Cûmhûrî bi beşdariya hejmareke berçav ya nivîskar, rojnamevan û çalakvanan, Beşdariya jinan di warê siyasî de’ ji aliyê Çalakvana Mafên Mirovan Semîre Ehmed ve hate dayîn.
Semînervan Semîre Ehmed got; “Siyaset girêdana têkiliyên mirovane ya bi hev re ye. Girînge ku jin jî beşdar bin di girêdana têkiliyan de û beşdariya wan ya çalak di warên siyasî de hebe. Em jin tiştekî naxwazin, tenê em wek mirov bên dîtin û li ser vî bingehî bi me re bê danûnstandin.
Semîre da zanîn ku eger ew li dîrokê, di sedsala 19’emîn de Mestûre Xan, Adîle Xan û Hepse Xana Neqîb hene. Mestûre Xan piştî ku hevjînê wê wefat dike, cihê hevjînê xwe digire û kariye bi salan rêveberiya herêma xwe bike. Her wiha Hepse Xana Neqîb kesa yekem bû ku karî rêxistineke taybet ji bo parastina mafên jinan veke. Her wisa jina yekem bû ku karî têkildarî parastina mafên gelê Kurd nameyekê ji bo Netewên Yekbûyî bişîne.”
Di dewamê de got; “Di salên 90’î de, me jinên Bakurê Kurdistanê dîtin ku tevî hebûna desthilateke zordar jinan berdewam têkoşîn kirine, mil bi mil ligel mêran heta îro jî têkoşînê dikin.”
Di dawiya semînerê de ji aliyê beşdaravan ve pirs û dîtin hatin pêşkêşkirin, piştre ji aliyê Semîre Ehmed ve bersiva pirsan hat dayîn û gotûbêjeke vekirî hat kirin.