Ji Kongra Star banga xwedî derketina li Pexşan Ezîzî

Berdevka rêxistina Kongra Star Rihan Loqo erêkirina cezayê dervekirinê yê li ser Pexşan Ezîzî û cezayê darvekirinê yê li girtiyên jin yên siyasî birîne nirxand û got: “Ewê bi darvekirina jinan nikaribin tekoşîna me lawaz bixin.”

PERWÎN AMARA

Qamişlo – Girtiya siyasî ya Kurd Pexşan Ezîzî ku di 4’ê Tebaxa 2023’an de bi hinceta li dijî hikûmeta Îslamî serî hildaye ji aliyê Hêzên îstixbarata Îranê ve hatibû girtin û cezayê darvekirinê lê hatibû birîn. Di 8’ê çileya 2025’an de dadgeha bilind a Îranê cezayê darvekirinê yê ku li Pexşan Ezîzî hatibû birîn, erê kir. Li dijî erêkirina cezayê darvekirinê nerazîbûn û helwestên tund ji aliyê saziyên mafê mirovan û rêxistinên jinan ve hatin nîşandan. Berdevka rêxistina Kongra Starê Rihan Loqo tekildarî erêkirina cezayê darvakirinê yê ku li Pêxşan Ezîzî hatiye birîn ji ajansa me re axivî.

Rihan Loqo da zanîn ku gelek jinên aktivîst, çalakvan û siyasetmedar ên ku di şoreşa ‘Jin jiyan Azadî’ de bi pêşengtiya xwedî li derketina jinan de rol lîstin û bê deng neman, bûn hedefa rêjîma Îranê. Rihan bi bîr xist ku yek ji van çalekvanan jî Pexşan Ezîzî bû ku di şoreşa ‘Jin Jiyan Azadî’ de hatibû girtin û cezayê dervekirinê lê hatibû birin.

‘Jinên ji bo azadiyê têdikoşin rastî cezayê dervekirinê tên’

Rihan Loqo erêkirina cezayê darvekirinê yê li ser Pexşan Ezîzî û girtiyên din şermezar kir û wiha got: “Di serî de biryara erêkirina cezayê darvekirinê yê li ser Pexşan Ezîzî, em şermezar dikin û em dibêjin ev biryarek derhiqûqî ye. Jineke ku ji bo azadiya jinan û azadiya civakê têdikoşe û doza mafên xwe dike, rastî biryarên bi bî rengî tê. Ev biryarên darvekirinê di nav saziyên navneteweyî de jî, biryarên derveyî mirovî ne. Di şoreşa ‘Jin Jiyan Azadî’ de jinên ku li hemberî wê zilma bi hezaran salan li ser wan tê meşandin serî netewandin, gelek ji wan hatin dervekirin û gelek ji wan jî cezayê dervekirinê li wan hatiye birîn.”

‘Rêjim Îranê ji çirûskên têkoşîna jinan ditirse’

Her wiha Rihan Loqo bi bîr xist ku hemû jinên di şoreşa ‘Jin Jiyan Azadî’ de serî netewandin û liberxwe dan, cezayê darvekirinê li wan hat birîn û wiha berdewam kir: “Rêjima Îranê bi darvekirinan û kiryarên dermirovî dixwaze rê li pêşiya têkoşîna jinan bigre. Ev çalakvan û girtiyên siyasî yên wek Pexşan Ezîzî, Werîşe Mûradî, girtiyên ku niha cezayê darvekirinê li wan hatine birîn, hemû jî ji bo parastina mafên jinan serî rakirine hatine girtin. Ev nîşan dide ku rêjîma Îranê çiqas ji hêza jina zana ya ku li hemberî pergala netewperest liberxwe dide û serî natewîne, ditirse. Ji bo çirûskên heqîqeta tekoşîna jinan li cihanê belav nebin, bi cezayê darvekirinê mirovan ji mafên wan dûr dixin. Di pergaleke ku rojane mirov lê tên dervekirin de, demokrasî û wekhevî tuneye.”

‘Divê herkes xwedî li Pexşan Ezîzî derkeve’

Rihan Loqo bang li saziyên mafên mirovan û hemû rêxistinên jinan kir ku ji bo Pexşan Ezîzî bibin dengê xwedî derketinê û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Ji bo dawî li van darvekirinan û hemû şêwazên tundiyê yên li ser jinan bê anîn, em rêxistina Kongra Star van biryarên der mirovî şermezar dikin. Em di rewşeke wisa re derbas bikin ku êdî tenê şermezarkirin jî têr nake. Divê hemû saziyên mafên mirovan, hiqûqnas û tevahî saziyên jinan ji bo van kiryarên der mirovî dakevin qadan û xwedî li girtiya siyasî ya kurd Pexşan Ezîzî  û hemû jinên ku ji bo azadiya vê civakê têdikoşin derkevin.”