Gaziyên Jin: Divê tevahî jin di berxwedana rûmetê de cîhê xwe bigrin

Gaziyên Jin ên Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tekîldarê êrîşên dewleta Tirk ên li ser sîvîlên ku ji bo parastina Bendava Tişrînê nobetê digrin bi daxuyaniyek şermezar kir. Di daxuyaniyê de bang li jinan hat kirin ku tevlî berxwedanê bibin.

Navenda Nûçeyan- Gaziyên jin ên Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Bendeva Tişrînê û komkujiyên li ser sîvîlan bi daxuyaniyek nivîskî şermezar kir. Di daxuyaniyê de di serî de jin û ciwan bang li her kesê hat kirin ku tevlî berxwedaniya Bendava Tişrînê bibin.

Berfirehiya daxuyaniyê wiha ye:

“Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên bi ketina rejîma rejîma Esed re ji 8’ê Kanûna 2024’an ve li hemberî herêmên me yên Rêveberiya Xweser a bi xwîna bi hezaran şehîdan ava bûye, êrîşên xwe yên herî hovane dijwartir kiriye. Dewleta faşîst a di wan êrîşan de encam negirt, dest bi komkujiyên li hemberî gelên me yên azadîxwaz ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kiriye.

Di şexsê pêşenga jinan endama Meclîsa Giştî ya PYDˋê û Hevseroka Nivîsgeha PYDˋê ya Qamişlo Menîce Haco û hunermendê dildarê Rêbertî û gelê xwe Cûma Xelîl (Bavê Teyar) de em tevahî şehîdên xwe yên di êrîşên dewleta Tirk a faşîst de şehîd bûne bi rêzdarî bi bîr tînin.

Wê vîna gelan bi ser bikeve

Pêwîst e dewleta Tirk a dagirker a xwedî hişmendiyeke herî hov e zanibe ku ew û hevalbendên xwe çi bikin bila bikin wê vîna gelan bi ser bikeve. Weke tê dîtin berxwedana gelê Kurd û gelên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê îspat dike ku dema gel xwe bi rêxistin bikin û bibin yek ti hêz nikare wan bişikîne û teslîm bigire. Gotinek zanyaran a bi awayê, “Eger rojekê gelek bixwaze jiyanek azad bijî, tekez wê qeder jî bersivê bide û daxwaza wan pêk bîne” heye. Gelên azadîxwaz ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê îro biryar dane jiyaneke azad û wekhev a pêkve bi hemû xweşikiya xwe bijîn. Teqez wê qeder jî bersivê bide û rêya wan rohnî bike. Bi rastî vîna gelan bingehê serketinê ye. Gelên herêmê di pêşengtiya gelê Kurd de biryara xwe dane û bi serbilindî têkoşîn dikin. Weke em tev dişopînin û dibînin gelên me bi rojane di nava çalakiyên herî mirovî de ne. Helwesta xwe pir zelal danîne holê û destketiyên xwe diparêzin.

Weke gaziyên jin em berxwedana gelên me ya li Bendava Tişrînê bi serbilindî silav dikin. Ji wê berxwedanê em hêz, coş û vîneke bêhempa digirin. Gelên me yên dilsozên azadiyê çalakiyên xwe berdewam dikin û meydanê li dewleta Tirk û çeteyên wê dixwin. Em heyrana vîna gelên xwe ne, em wan ji dil û can hembêz dikin û dibêjin, “Bijî û her bijî ji têkoşîn û berxwedana we re!” Gelên me yên berxwedêr piştrast kirin ku gelên Rêber Apo ne, li ser xet û şopa Rêbertî dimeşin.

Ji sedî sed wê serketin a berxwedêran be

Rêber Apo li girava Îmraliyê, şêrejin û egîdên me li qadên şer û gelên me jî li tevahiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di nav berxwedanê de ne. Divê em zanibin ku dijmin bi her awayî zeîf û lawaz bûye. Bi xurtkirina têkoşîn û berxwedanê wê bi temamî hilweşe. Ji sedî sed wê serketin a berxwedêran be.

Li ser van esasan di serî jinên ciwan em bang li tevahî jin û ciwanan dikin, di vê berxwedana rûmetê de cihê xwe bigirin. Her wiha em bang li tevahî welatparêzan dikin ku li hember şerê taybet ê dewleta Tirk a dagirker hişyar bin. Dewleta faşîst û çeteyên wê yên di meydanên şer de rastî şikestinên mezin tên bi rêya ragihandin-çapemenî û bi taybet bi rêya medya civakî hewl didin rastiyên li qadên şer berevajî bikin. Bi vî rengî dixwazin moral û coşa gelên me xerab bikin. Lewma ji bilî ragihandin û çapemeniya me ya azad divê em qet guh nedin ragihandina dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê.

Di dawiyê de jî em careke din pêşeng û hevrêyên xwe yên di êrîşên li ser bendava Tişrînê şehîd bûne bi rêz û hurmet bi bîr tînin. Em ji malbatên me yên şehîdan re sersaxiyê dixwazin û ji birîndaran re jî şifaya xêrê dixwazin."