Komîsyona Meclîsê cara çaremîn civiya

Komîsyona Piştevaniya Netewî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê ya li Meclisa Tirkiyeyê hat avakirin, cara 4’emîn civiya.

Navenda Nûçeyan- Komîsyona Piştevaniya Netewî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê ya li Meclisa Tirkiyeyê hat avakirin, cara 4’emîn civiya.

Serokê Meclisê Nûman Kurtulmuş beriya rûniştina yekemîn a civînê daxuyanî da. Nûman Kurtulmuş, diyar kir ku Tirkiye derbasî serdemeke dîrokî bûye û bi avakirina komîsyonê re xebat êdî di bin sîwana Meclisê dê tên kirin.

Nûman Kurtulmuş, diyar kir ku di pêvajoyê de bazarî nehatiye kirin û wiha got: “Yek ji wezîfeya me ya herî girîng ew e ku em gel qaneh bikin, hestiyarê di nava civakê de pêş bixin û bikin ku derdorên cuda yên civakê piştgiriyê bidin vê pêvajoyê. Ji bo vê jî, ji bilî partiyekê, tevayiya partiyên siyasî li TBMM’ê komîsyonek ava kirin û niha van biryarên xwe bi tifaqekê didomînin. Em di pêvajoyeke zehmet de ne. Em mecbûr in xebatên bixîret bikin. Em ê li vir ser hemû meseleyên xwe biaxivin.  Me niha tespît kiriye ka dê li kê guhdarî bikin. Em ji xizmên şehîdên xwe û gaziyan dest pê dikin. Biqasî ji destê me tê em ê li tevahiya saziyên dê bo pêvajoyê sûdewer bin guhdarî bikin û nîşanî hemû Tirkiyeyê bidin ka pêvajoyek çawa bitendurist tê biserxistin. Hêvîdarim em erka xwe bi awayekî herî baş bicih bînin.”

Di berdewamê de Nûman Kurtulmuş, wiha got: “Di vê pêvajoyê de yek ji xisûsên divê em herî zêde lê hişyar bin ev e; biqasî hin kesên dixwazin li Tirkiyeyê heta qiyametê aştî û xwişk-biratî hebe, li hêla din yên ku ji bo ev nebe di nava hewldanan de jî hene.  Hem li hundir hem jî li derve derdorên ku dixwazin vê pêvajoyê têk bibin hene. Em dizanin ku dê hewl bidin vê pêvajoyê jehrî bikin. Lewma jî divê em milên xwe bidin hev û bêyî ku belgeyeke kêm hebe em ê rêya xwe bi serkeftî bidomînin.”

‘Bêyî demokrasiyê jî xwişk-biratiyê di bin gefê de ye’

Piştre jî Wezîra Malbat û Xizmetên Civakî Mahînûr Ozdemîr Goktaş axivî û got: “Serfirazim ku îro li cir im. Bêyî xwişk-biratiyê demokrasî nikare li ser zemîneke xurt bimîne û bêyî demokrasiyê jî xetere li ser xwişk-biratiyê heye. Tirkiyeya bêteror, vizyona avakirina Tirkiyeyeke xurt bû. Ez ê îro xebatên wezareta me ji bo malbatên şehîd û gaziyan kirine vebêjim.”