‘Di sala 2024’an de herî kêm 382 xebatkarên alîkariya mirovî hatin kuştin’

Netewên Yekbûyî eşkere kir ku di sala 2024’an de 383 xebatkarên alîkariya mirovî hatine kuştin.

Navenda Nûçeyan – Neteweyên Yekbûyî (NY), ragihand ku di sala 2024’an de 383 xebatkarên alîkariya mirovî hatine kuştin. Daxuyanî bi boneya 19’ê Tebaxê Roja Alîkariya Mirovî ya Cîhanî hat dayîn. Hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane li gorî sala 2023’yan ji sedî 31 zêde bûye. Li gorî NY’ê sedema vê zêdebûnê kuştina 181 xebatkarên alîkariya mirovî yên li Xezeyê û 60 kesên li Sûdanê ye.

125 kes hatin revandin

Li gorî daneyên NY, di sala 2024’an de 308 xebatkarên alîkariya mirovî birîndar bûne, 125 kes hatine revandin û 45 kes jî hatine binçavkirin. Hate ragihandin ku piraniya êrîşan ji aliyê aktorên dewletê ve hatine kirin û piraniya kesên ku jiyana xwe ji dest dane jî xebatkarên xwecihî ne ku li welatê xwe kar dikirin.

Alîkarê Sekreterê Giştî yê Berpirsê Karên Mirovî yê NY’ê Tom Fletcher got: ‘’Êrîşa li hemberî hempîşeyek me tê wateya êrîşa li hemberî me hemûyan. Ev êrîşên bi vî rengî û bêcezahiştin, bêxemiya civaka navneteweyî nîşan didin.’’

Tom Fletcher, bang li aliyên xwedî hêz û raye kir ku sivîlan û xebatkarên alîkariya mirovî biparêzin û erîşkaran bidarizînin û got: “Tundî ne bivênevê ye. Divê tavilê ev êrîş werin sekinandin.”

NY’ê bi bîr xist ku êrîşên li ser xebatkarên alîkariya mirovî tên wateya binpêkirina hiqûqa navneteweyî û sabotekirina şansê jiyana bi milyonan kesan.

Zêdeyî hezar û 100 xebatkarên tenduristiyê û nexweş hatin kuştin

Her wiha Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî (WHO) diyar kir ku di sala 2024’an de li 16 herêman li hemberî xizmetên tenduristiyê zêdetirî 800 êrîş pêk hatine û di encama van êrîşan de zêdetirî 1.100 xebatkarên tenduristiyê û nexweşan jiyana xwe ji dest dane. WHO’yê da zanîn ku li gel van êrîşan pergala tenduristiyê ya zirardîtî zêdetir têk diçe.