‘Tu mirin nikare rastiyê bêdeng bike, êdî dengê te dengê me ye’
Parêzvana mafên mirovan û girtiya siyasî ya berê Meryem Yahyaouî, der barê erêkirina cezayê darvekirinê yê Şerîfe Mihemedî de nameyek weşand û got: “Tu mirin nikare rastiyê bêdeng bike, êdî dengê te dengê me ye.”

Navenda Nûçeyan – Parêzvana mafên mirovan û girtiya siyasî ya berê Meryem Yahyaouî, der barê erêkirina cezayê darvekirinê yê çalakvan û kedkara mafê jinan Şerîfe Mihemedî ya li Girtîgeha Lakan a Reştê tê ragirtin de nameyek nivîsî.
Meryem Yahyaouî, di nameya xwe de wiha bang kir: "Şerîfe ya hêja, bizane ku tu ne bitenê yî. Ew dixwazin te bêdeng bikin, lê îro dengê te bû perçeyek a dengê me ya hevpar.”
Meryem Yahyaouî, di destpêka nameya xwe de wiha got: "Şerîfe ya min a hêja, dema ku min bihîst cezayê darvekirinê ya li dijî te ji nû ve hatiye erêkirin, ez şok bûm. Ez bê xwestek vegeriyam rojên ku di îradeya elektrîkê de karker bûm. Min deh sal xebat meşand û mîna bi hezaran karkeran hemû hêviyên min girêdayî mûçeyê bû. Lê belê, di sala 2011’an de ji ber xebatên xwe yên siyasî û girtiya xwe, ji aliyê Wezareya Îstîhbaratê ve ji kar hatin derxistin; ne tezmîneta qidemtî hat datîn ne jî tu bingehên qanûnî hat hiştin. Ger van rojan tu li kêleka min bûya, tu bibûya dengê min; tuyê li dijî xwediyê kar rawestiyaba û te destur neda ma ku jiyana min bibe qurbana bê edaletiyek wiha. Ez dixwazim ku mîsyona te hertim ew bû; parastina karker, kedkar, xîzan û kesên ku dengê wan nedigihişt tu cihekî.”
‘Cezayên darvekirinê ji bo civakê gefek mezin e’
Meryem Yahyaouî, di nameya xwe de balkişand ku cezayên darvekirinê ji ber zêdekirina zextê tê dayîn: "Ev biryara ku li dijî re hatiye dayîn, dijî edalet û hiqûqê ye; ev biryar encama tirsê ye. Ev ceza, ji bilî biryara dadgehê, peyamek a siyasî ye. Di hawirdorekî qeyran û pirsgirêkên aborî û debar heye de, erêkirina biryarekî darvekirinê ya hatibû xirakirin, ji bo civakê gefek vekiriye. Çi karker be, çi mamoste be û çi jî dengek alîgirê azadiyê be, hemû kesên ku li dijî cudakariyê derdikevin, bi van zext û zordariyan re rû bi rû dimînin. Rejîm dixwaze bi darvekirina re di nava mirovan de tirsê ava bike. Lê tecrûbeya dîrokê, nîşan daye, zilm çiqas zêde dibe, kokên berxwedanê jî weqas kûrtir û mayîndetir dibe."
Meryem Yahyaouî, bi van gotinan nameya xwe domand: “Me gelek caran nîşan da ku zilm, bêdengiyê nayne. Her çend dengê têkoşînvanek were bêdengkirin jî, ew deng dibe dengê bi dehan û hezaran kesan û zêde dibe. Qîrîna girtiyan, di çalakiyên karker û gel de, di tevgerên sendîka û siyasî de, di kampanyayên navneteweyî û nameyên protestoyî de... Ev dengan, piştî her biryara darvekirinê, xetên geş ên berxwedanê ne ku bi awayekî bihêztir amûra zilmê dihejîne. Dengê nerazîbûnan, çeka rast a gel a li dijî zilmê ye; tu dîwat nikare vê dengê asteng bike.”
‘Tu mirin nikare rastiyê bêdeng bike’
Meryem Yahyaouî, di dawiya nameya xwe wiha nivîsî: “Şerîfe ya hêja, bizane ku tu ne bitenê yî. Ew dixwazin te bêdeng bikin, lê îro dengê te bû perçeyek a dengê me ya hevpar. Tu ta nikare vê dengê ji dîrok û hefizeya gel jêbibe. Li gorî mafên mirovan, mafê jiyan û azadiya ramanê mafê herî bingehîn a mirovan e û her darvekirina pêktê di sicîla rejîmê de dibe lekeyek reş. Pêbawer be; Tu mirin nikare rastiyê bêdeng bike. Êdî dengê te dengê me ye.”