Ji beşdarên kampanyaya 'Sêşema ji darvekirinê re na' banga lezgîn

Beşdarên kampanyaya 'Sêşema ji darvekirinê re na', di hefteya 82'yan de çalakiyê xwe bang li welatiyan kirin ku hemû rê û rêbazên berdest bikar bînin da ku nerazîbûna xwe li dijî siyaseta cezayê darvekirinê nîşan bidin.

Navenda Nûçeyan – Kampanyaya 'Sêşema ji darvekirinê re' ku ji aliyê girtiyên siyasî yên li 49 girtîgehên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ve hatiye destpêkirin di hefteya 82'yemîn de didome. Beşdaran vê hefteyê xwepêşandanên xwe li dijî rêjeyên zêde yên darvekirinan û zextan li dar xistin. Beşdaran bang li civakê kirin ku van cezayên niheq şermezar bikin û bi rêbazên cûrbecûr hevgirtina mirovî nîşan bidin.

Ji 6 girtiyên siyasî agahiyên berdewamî nayên girtin

Beşdarên kampanyayê daxuyaniyek weşandin û gotin: "Nebûna agahiyên berdewam ên li ser 6 girtiyên siyasî yên ku cezayê darvekirinê li wan hatiye birîn û endamên kampanyayê ne, delîlên eşkere yên binpêkirina giran a mafên mirovan û zêdebûna zexta li ser jiyana girtiyan e. Erêkirina cezayê darvekirinê ya ji aliyê Dadgeha Bilind ve li dijî girtiya siyasî Şerîfa Mihemedî, careke din pîvanên niheqî û hovîtiya pergala dadweriyê ya rejîma darveker, rejîmek otorîter ku bi tevahî rewatiya xwe di civakê de winda kiriye, eşkere dike."

Trajediyên di girtîgehên Îranê de

Daxuyaniyê tekez kir ku hejmara darvekirinan trajediyek mirovî nîşan dide û ev agahî hatin dayîn: “Tenê di meha Tebaxê de 136 kes û ji destpêka salê ve jî 627 kes hatine darvekirin. Ev yek nîşan dide ku ev hejmar ne tenê îstatîstîk in, çîroka jiyan û malbatên ku di nav xemgînî û êşê de ne ye jî.”

Zêdebûna darvekirinan li Îranê şermezar dikin

Di daxuyaniyê de, endamên kampanyayê rêjeya zêde ya darvekirinan û zexta sîstematîk a li ser girtiyan şermezar kirin û ew wek binpêkirina eşkere ya mafên mirovan binav kirin. Beşdaran pesnê cesaret û berxwedana malbatên girtiyên ku li derveyî girtîgehan rabûn ser piyan û dengê xwe ji bo parastina zarokên xwe bilind kirin dan. Her wiha bang li welatiyan kirin ku li kêleka van malbatan bisekinin û wan bi tenê nehêlin ku bi vê ceribandinê re rûbirû bimînin.

'Hevgirtina xwe ya mirovî li dijî tundiya sîstematîk nîşan bidin'

Di daxuyaniyê de bang li welatiyan hat kirin ku hemû rê û rêbazên berdest bikar bînin da ku nerazîbûna xwe li dijî cezayên neheq û siyaseta cezayê darvekirinê ya welêt nîşan bidin. Beşdaran gotin ku bila bi her awayî, di nav de komkirin û piştgiriya malbatên girtiyan, hevgirtina xwe ya mirovî li dijî vê tundiya sîstematîk, nîşan bidin.

Girtiyên ku beşdarî kampanyayê dibin, li 49 girtîgehan bi rêya grevên birçîbûnê nerazîbûna xwe didomînin û siyaseta darvekirinê û binpêkirinên mafên mirovan ên zêde red dikin. Girtîgehên ku beşdarî grevê dibin ev in; Zîndana Evîn, Qezel Hesar (Yekîneyên 3 û 4), Zîndana Navendî ya Kerecê, Zîndana Kerec Ferdis, Zîndana Mezin a Tehranê, Zîndana Qerçax, Zîndana Xorîn, Zîndana Ramîn, Zîndana Qezvîn, Zîndana Ehar, Zîndana Arak, Zîndana Xuremabad û bi dehan girtîgehên din ên li bajarên cuda yên Îranê belav bûne.