Şewata li Helebceyê sê roj in didome
Sê rojin şewata li sînorê parêzgeha Helebce didome. Di encama şewatê de ziyanek zêde gihîşt bax û baxçe, deşt û zeviyan û şewat belavî gelek gundan bû.

MÎHRÎBAN SELAM
Helebce – Di 16’ê Tebaxê de li gundên Çinar, Mordên û Neycele yên sînorê parêzgeha Helebceyê şewatek mezin derket. Şewata ku hîn nehatiye kontrolkirin, di sedema ziyanên mezin. Di dema hewldana vemirandina agir de jîngehparêzê ya Helebceyê Arî Muxtar jiyana xwe ji dest da.
Her wiha bi hevkariya Parastina Şaristanî ya Helebce, agirkuj û Odeya Operasyonê ya parêgeha Helebce ji bo kontrolkirina şewatê amûr hatin dabînkirin. Di heman demê de ji ber dijwariya cih û baya bihêz şewat li gundê Çinar û Mordîn û Kulî Mitkan zêde bû karmendê polîsên daristanê Mihemed Şêx Heyder jî jiyana xwe ji dest da.
Di heman demê de ji bo bi rêya balafiran şewat bê vemîrandin kar û xebat hatin meşandin, lê Îranê ji ber ku rêze çiyayên sînor nêzî Îranê ye, rê neda balafir şewatê kontrol bikin.
Rûxmê hemû hewildanan jî şewat hê didome û berbi gundê Sazan ve diçe. Li gorî agahiyên Pêşîlêgirtina Şaristaniya Helebce ji derveyî ziyanên madî, bi hezaran dar, zevî, bax û baxçe û daristan dişewitin. Hemwelatî, hewl didin agir vemirînin. Lê belê ji ber dijwariya cih heta niha nehatiye kontrolkirin û zêdetir belav dibe.