Kombûna Jinan a Zenûbiya: Dengê qehremaniyê hîn jî vedide
Bi boneya salvegera dehemîn a rizgarkirina Kobanê, Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya daxuyanî da û soza berxwedanê nûjenkir û got: “10 sal in hîn jî dengê qehremaniyê vedide.”
Navenda Nûçeyan – Bi boneya salvegera 10'emîn a rizgarkirina Kobanê di 26'ê Çileya 2015'an ji terorên DAIŞ'ê ku ev berxwedanî 134 rojan dewamkir. Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya bi boneya salvegera dehemîn a rizgarkirina Kobanê daxuyanî da.
'10 sal hîn jî dengê qehremaniyê vedide'
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Em hemû pakrewanên vê berxwedanê ku axa Kobanê kirin cihê hêvî û azadiyê bi bîr tînin. Deh sal li ser berxwedana were derbas bûn. Lê hî jî qehremaniya we di kolanên cîhanê de deng vedidin. Di wan rojên zehmet de dema ku DAIŞ êrîş kirin şervanên me bûn mertalên gelê xwe, axa xwe parastin û bi xwînên xwe destanên dîrokî nivîsandin."
'Jinên Kobanê bûn afirînerên jiyanê'
Di berdewamiya daxuyaniyê de hate dest nîşan kirin ku bi rihê berxwedana Kobanê îro li heêber êrîşan carek din li berxwe didin û wiha hate gotin: "Îro gel û şervanên me bi rihê berxwedana Kobanê carek din li hember êrîşên dagirkeiryê ji cîhanê re îsbat dikin ku agirê berxwedanê tu car nayê vemirandin. Bi qehremaiyên xwe destanên dîrokî li eniyên şer dinivsînin. Jinên Kobanê bi hêz û îradeya xwe ji cîhanê re îsbatkirin ku jin afrînerê jiyanê ye û wan bi berxwedan û têkoşîna xwe rêya pêşerojê ji me re nîşan dan."
'Li Tişrînê carek din berxwedana dîrokî bi lehengî tê nivîsandin'
Di dawiya daxuyaniyê de Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya soza şopandina xeta azadiyê nûjenkir û ev tişt got: "Em hêz û morala xwe ji rihê berxwedana Kobanê digirin û îro bi vê rihê carek din li bendava Tişrînê berxwedana dîrokî bi lehengî tê nivîsandin. Em di salvegera 10'emîn a rizgarkirina Kobanê carek din soza şopandina xeta azadiyê û domandina berxwedanê heya gihandina serkeftinê, nûjen dikin û em di wê baweriyê de ne ku li dijî zilimê wê helbet edalet bi serkeve."