Çalakvanên Tişrînê: Bi ruhê Kobanê em ê serbikevin

Nobetdarên berxwedana bendava Tişrînê bi boneya salvegera dehemîn a rizgarkirina Kobanê li bendava Tişrînê daxuaynî dan û gotin: “Wê bi ruhê Kobanê berxwedana bendava Tişrînê jî bi serkeve."

Tişrîn - Bi boneya salvegera 10'emîn a rizgarkirina Kobanê, nobetdarên berxwedana bendava Tişrînê a ku dikeve roja 18'an daxuyanî dan. Di daxuayniyê de nobetdaran soza berxwedan û têkoşînê li dijî hemû cureyên êrîşan nûjen kirin.

Daxuyanî ji aliyê Endama Meclisa Partiya Yekîtiya Demokratîk a kantona Firatê Bêrîvan Ismaîl ve hate xwendin.

'Berxwedana Kobanê bû cihê qehremanî û yekbûnê'

Bêrîvan Ismaîl salvegera rizgarkirina Kobanê pîroz kir û got: "Em salvegera dehemîn a rizgarkirina Kobanê li hemû şervanên QSD'ê, YPG'ê û YPJ'ê û li hemû hêzên Kurdistanê pîroz dikin. Berxwedana Kobanê bû cihê qehremanî û yekbûna Kurdan. Di wê berxwedanê de ji hemû parçeyên Kurdistanê piştgirî hate dayîn. Di heman demê de gelê bakurê Kurdistanê jî xwedî li gelê Rojava derket. Li kêlek salvegera rizgarkirina Kobanê em salvegera avakirina pergala Rêveberiya Xweser li hemû gelê azadîxwaz û demokras jî pîroz dikin."

'Ji bendava Tişrînê em soza berxwedanê nû dikin'

Bêrîvan Ismaîl destnîşan kir ku bi rihê yekbûna gelan wê biserkevin û wiha got: "Îro bi rihê berxwedana kobanê ya 2014'an li bendava Tişrînê ev berxwedanî xwe dubare dike. Bi qehremanî û lehengiyên şervanên QSD'ê destanên dîrokî li bendavê tên nivîsandin û bûye cihê berxwedan û dîroka gelên herêmê. Ji bendavê em soza berxwedana xwe carek din nû dikin. Bi hêza gel û yekbûnê em ê projeya Netewa Demokratîk pêşkêşî hemû gelên cîhanê bikin. Îro carek din gelê bakurê Kuridstanê xwedî li gelê Kobanê derdikevin, em vê berxwedanê silav dikin. Bi rihê yekbûna gelan wê dagirkerî têk biçe û azadî bi serkeve. Em şopdarên pakrewanên xwe ne û xeta berxwedanê li dijî dagirkeiryê bilind dikin."

'Azadiya me bi azadiya fîzîkî ya Rêber Apo re pêkan e'

Bêrîvan Ismaîl di dawiyê de tekez kir ku wê heya azadiya Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan misoger bikin wê têbikoşin û got: "Em ê li dijî hemû cureyên êrîşan û siyasetan tekoşîna xwe bimeşînin û destkeftiyên xwe bibparêzin. Em ê ji cîhanê re bibin mînaka berxwedan û têkoşînê. Berxwedana me wê berdewam bike heya em dighînîn azadiya xwe ew jî bi azadiya fîzîkî ya Rêber Apo re pêkan e. Em îro bi fikir û felsefeya Rêber Apo xeta berxwedan û têkoşînê didomînin."

Jinên ku beşdarî nobeta berxwedana bendava Tişrînê bûne bi rêya ajansa me pêyamên xwe yê li hember rêrîşên dagirkeriyê anîn ziman.

'Bi rihê berxwedana Kobanê wê berxwedana bendavê biserkeve'

Evîn Mustafa diyar kir ku ji bo parastina av û axa xwe berê xwe dane bendava Tişrînê û wiha dibêje: "Em ji bo parastina av, ax û elektrîka xwe li bendava Tişrînê li dijî çeteyên dagirkeirya dewleta tirk berxwedana xwe didomînin. Tu kes nikare îrade û hêza me bişkîne. Tevî birîndar û pakrewanên ku li bendavê rojane çêdibin jî dîsa em berê xwe didin bendavê û bi hêz û îsrar berxwedana xwe berdewam dikin. Me çawa Kobanê ji çeteyan rizgar kir, em ê bi vê rihê li bendava Tişrînê jî bi serkevin."

'Em li pişta şervanên xwe ne'

Em salvegera rizgarkirina Kobanê li hemû gelê herêmê û şervanan pîroz dikin. Em wek ciwanên Kobanê tu carî nahêlin dijmin dest bavêje ser bendava Tişrînê û wê dagir bike. Em ê bi hemû hêz û tekoşîan xwe li dijî êrîş û gefên dagirkeiryê li berxwe bidin. Em ê destkeftiyên şoreşa xwe biparêzin û tu car rê nadin dijmin ku axa me dagir bike. Em li pişta şervanên xwe QSD'ê, YPG'ê û YPJ'ê ne."

'Tu kes wê nikaribe rûmeta me dagir bike'

Em îro li bendava Tişrînê ne bi armanca ji dijmin parastina rûmet, av, ax û elektrîka xwe. Di heman demê de em ê piştevaniya hêzên xwe bikin. Tevî hedefgirtina me ji aliyê dagirkeriya dewleta tirk ve lê dîsa hêz û morala me lawaz nabe. Çawa ku Erdoxan nikarîbû Kobanê di 2014'an de tune bike wê nikaribe bendava Tişrînê jî tune bike ji ber zarokên me parastina axa xwe dikin. Em tu carî teslîmiyetê qebûl nakin. Bijî berxwedana QSD'ê û hemû şervanên azadiyê."