10’emîn salvegera rizgarkirina Kobanê bi şahiyek hat pîrozkirin

Şêniyên Kobanê bi şahiyek salvegera 10'emîn a Rizgarkirina Kobanê û damezrandina Rêveberiya Xweser a 11'emîn pîroz kirin.

Kobanê – Şêniyên Kantona Firatê, endamên sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser û kesên biyanî salvegera 10'emîn a rêzgarkirina Kobanê û damezrandina Rêveberiya Xweser a 11'emîn bi şahiyekê pîroz kirin.

Şahî bi deqeyek rêzgirtin destpê kir. Li ser navê Cîgira Hevseroketiya Cibcîkar a Kantona Firatê Mizgîn Xelîl, axivî û wiha got: “Em rastî du rojên dîrokî tên yekem 11’emîn salvegera Rêvberiya Xweser ya duyem jî 10’emîn salvegera rêzgarkirina Kobanê ye. Di van rojan de me rûmeta mirovahîyê parast. 11’emîn damezrandina Rêvberiya Xweser û 10’emîn salvegera Kobanê em li hemû gelê me, li tevahî şehîdên azadiyê û hemû mêhvanên amade pîroz dikin. 11 salin ku civak bi vê pergelê tê rêvebirin, li dijî sîstemên nijad perest, desthilatdar. Weke me hemîyan dît ku dewleta Tirk DAIŞ’ê xwedî kir û mezin kir, şand û li Kobanê. Bi şerê man û nemanê Kobanê bi ser ket. Ew ruh niha li Bendava Tişrînê li ber xwe dide. Em ê bi heman ruhê carekê din serkeftinê bidest bixin.”

‘Bi hezaran ji bo parastina axa xwe berê xwe didin Bendavê’

Endama Koordînasyona Kongra Star Macîde Hesûn wiha axvî: “Em 10`emîn salvegera rizgariya Kobanê li Malbatê Şehîdan û hevalên me yên gazî pîroz dikin. Em dibêjin ku mêhvanê me yên îro li vir amade ne ku ji hemû dinyayê re diyarkirin ku tevahî dinya li gel me ye û pîrozbahiyê li me dike. Gelê Kobanê li dijî ên ku dixwestin Kobanê têk bibin xwe kir mertal. Komên ku berê xwe didin Bendava Tişrînê dizanin ku şahadet li pêşiya wan heye, lê bi vê yekê gel bi hezaran berê xwe didin Bendavê ji bo ku axa xwe biparêzin û dijimin careke din nekeve axa wan.”

Paşê li ser navê Çand û Hûnera Baqî Xido Îhlam Ebdî strana xwe diyarî Kobanê kir. Aycan Kobanê jî li ser nave gelê li Bendava Tişrînê li berxwe didin diyarî gelê li bendavê kir.

Şahiya  li Qada Şehîd Egîd bi gerandina govendê bi dawî bû.