Ji 419 partî û rêxistinan ji bo statuya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bang

Li Amedê 419 partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl û rêxistinên girseyî yên demokratîk ji bo naskirina statuya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bang kirin.

Navenda Nûçeyan – Bi daxwaza ku statûya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê were naskirin, li Amedê kampanyaya îmzeyan a “Ji Rojava re statû ji bo gelan azadî” hat destpêkirin.

Deklarasyona ku 419 partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl û rêxistinên girseyî yên demokratîk îmzakirine, li Cemiyeta Rojnamegeran a Başûr Rojhilat (GGC) hate eşkere kirin. Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir û gelek nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl jî tev li bûn. Deklarasyona bi Kurdî ji aliyê lîstikvanê şanoyê Ozcan Ateş ve û ya bi tirkî jî ji hêla aktîvîsta TJA’yê Zeryam Işik Denîz ve hate xwendin.

Di metna Deklarasyonê de ev tişt hate gotin:

“Li Rojhilata Navîn a ku ji çand, ziman û baweriya gelan re malovaniyê dike, alozî her ku diçe kûr dibin. Sînorên ku bi Şerê Yekemîn ê Cîhanê ve li ser înkara rastiya çandî, civakî û siyasî ya herêmê hatin xêzkirin, li şûna çareseriyê, pirsgirêkên li herêmê mezintir kirin. Statukoya ku di salên dawî de ket meriyete, li Rohilata Navîn rê li ber qeyran û şerên nû vekir. Sedsala borî nîşan da ku, tu hevkêşe û hesabên ku heqîqeta erdnîgariya me înkar dikin, nabin çareserî. Her hevkêşeyên ku li ser vê esasê tên kirin, ji xeynî şer û mirinê tu tiştekî pêşkeşî gelan nakin.

‘Em di pêvajoyek dîrokî re derbaz dibin’

Di her kêliyên dîrokê de; bi şerên olî, mezhebî û nijadî re lêgerîna azadiyê ya gelan hatiye berovajîkirin. Lêgerîna rêveberiyên yekperest, otorîter, dijdemokratîk û înkara gelan esas digire, pirsgirêkên heyî kûrtir dikin. Îro li Rojhilata Navîn desthilatdarên destpotîk yek bi yek hildiweşin û em bi hev re şahidiya vê yekê dikin. Ji bo çareseriya qeyranên Rohilata Navîn rêyek tenê heye. Ev rê jî; pergaleke li ser naskirina çand, bawerî û azadiya gelan hatiye avakirin e.

Di rastiya Sûriyeyê de geşedanên ku li Rojhilata Navîn diqewimin nîşan didin ku, projeyên netew-dewletî yên ku li ser înkara cudahiyan tên avakirin, êdî nikarin li ser piyan bisekinin. Li Sûriyeyê tekane rêya çareseriyê îradeya xwerêveberinê ya gelên hêrêmê ye. Di 10 salên dawî de, modela rêvebirinê ya ku bi pêşengtiya jinan hatiye avakirin, ji gelan re derfetên aştî û aramiyê afirand. Dewleta Tirk a ku ev sed sal in pirsgirêka Kurd çareser nake, îro hewl dide modela rêveberiya demoratîk a Rojava ji holê rake. Gelek caran derket holê ku polîtîkayên bi vî rengî ne li Tirkiyeyê, ne li Sûriyeyê û ne jî li devereke din di çareserkirina pirsgirêka Kurd de encam nadin, bi kêr nayên. Berovajî vê yekê, ji ber polîtîkayên ku dimeşin pirsgirêka Kurd bû pirsgirêkeke navnetewî.

‘Em peymanê qebul dikin’

Em weke partiyên siyasî, rêxistinên sivîl, sazî û rêxistinên demokratîk ên ku îmzeyên wan li jêr hene; geşedanên li Sûriye û Rojava diqewimin ji nêz ve dişopînin.

Ji raya giştî re pêşgotina ‘Peymana Civakî ya Rojava’ bi bîr dixin; ‘Ji bo avakirina edalet, azadî û demokrasiyê di civakeke wekhev û ekolojîk de cihêkariya ol, ziman, nijad, bawerî, mezheb û zayendî lê nebe. Ji bo pêkhateyên civaka demokratîk li gel avahiya xwe ya siyasî-exlaqî bigihêjin nirxên jiyanê yên piralî, resen û hevpar. Ji bo rêzgirtina li mafên jinan û ji bo mafên jin û zarokan bi bingeh bibin. Ji bo parastin, xweparastin, azadî û rêzgirtina baweriyan. Em weke gelên herêmên xweseriya demokratîk; Kurd, Ereb, Suryan (Asûr û Aramî), Tirkmen û Çeçen vê peymanê dipejirînin.’

Banga destekê

Bangawaziya me ev e; gelên ku li herêmê dijîn êdî nikarin jiyana bê statû tehemûl bikin. Bi taybetî jî çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd wê li Rojhilata Navîn jî aştiyê bi xwe re bîne. Bi vê ve girêdayî em bang li hemû aliyên peywendîdar dikin ku rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê nas bikin û piştgirî bidin avakirina rêveberiyeke demokratîk ku tê de mafên hemû pêkhateyên Sûriyeyê bên parastin.”