Endezyarên jin ên li Îranê bi cihêkariyê re rû bi rû tên

Endezyarên jin ên Îranî bi kêşe û zehmetiyên jiyanê re, her wiha bi feraseta mêr-dewlet re rûbirûyî dimînin. Endezyar Cêla M. dibêje: "Cudekarî û zihniyeta baviksalarî dibin sedsem ku jin di qadên teknîkî û endeziyariyê de gav paşve bavêjin."

HAWÊN PÎKE

Urmiya – Kedkarên jin ên ku di pîşeyên teknîk û endezyariyê de li Îranê kar dikin ji nêrînên civakê yên kevnşop û cudekariyê bigire heya ne wekheviya di nava mûçe û derfetên kar de, rûbirû bi kêşyan re dimînin. Tevî ku jinan di hemû qadên zanistî, teknîkî û civakî de destkeftiyên mezin bi destxistine, lê hin civak û bazaran bi taybet ên qadên endeziyarî de zihniyeta baviksalarî dimeşînin. Ev zihniyet jî dihêle karkirina jinan di qadên teknîkî de rastî pirsgirêkên cudekarî bên. Ji ber vê yekê hî jî beşdarên jinan ji qadên teknîkî û endeziyarî û cihên biryardayînê re li hember beşdarbûna mêr re gelek kêm e.

'Di qada endeziyariyê de lîsans bidest xistiye'

Endezyara Mîmarî Cêla M. qala hezkirina xwe ji pîşeya endeziyariyê re dike û dibêje: "Hîn min dibistana navîn dixwend hezkirina min ji huner û bîrkarî re hebû. Ji ber vê yekê min beşa endeziyara mîmarî hilbijart. Dûv re di vê qadê de min bawernameya hevalbendiyê û lîsansê girt. Piştî derçûna min heya salekê kar nedkir. Piştre min di ofîsên endeziyariyê de heya 6 salan xebitîm. Niha jî weke xebatkarek di şîrketek endeziyarê de kar dikim. Min hewl da bi hin hevalên xwe re ofîsa endeziyariyê vekim, lê ji ber pirsgirêkên madî û kêm endeziyarên jin ev proje bi serneket."

'Cudakarî û feraseta mêr dibin bend li dijî jinan'

Derbar kêşeyên ku di pîşeya wê de bûne bend Cêla M. wiha got: "Di civaka kevnşop de cudekariya di nava jin û mêran de gelek rû dide. Ev cudekarî di qada endeziyariyê de jî derdikeve. Ji aliyê xwediyên şerîket û proje heya kedkarên mêr ve ev tê kirin û dihesibînin ku jin kêmtirî mêr dikarin kar bikin. Ji ber vê yekê kedkar herî zêde guhdarî endeziyarê mêr dikin. Bi hêsanî ew endeziyarên jin nakin cihên rêveberî û şopandinê ji ber ew difirkin ku jin nikarin vê barê hilgirin. Ev cudekarî dihêle ku jin gleke caran ji derfetên kar bê par bimînin. Tevî ku ezmûnên min di vê qadê de gelek in lî dîsa jî endeziyarên mêr di rêvebirina proje û komxebatan de tên erkdar kirin. Di belavkirina mûçeyan de jî jin ji mêran kêmtir distîne, tevî ku ew û xebatkarên mêr bi qasî hevdu dixebitin. Di heman demê de ji ber tuenbûna tu zagon parastina mafê jinan bike ev dibe sedema kêmbûna xwebaweriya jinan."

'Li dijî vê zihniyetê pêdivî bi têkoşînê heye'

Cêla M. ji bo bi dawîkirina newekheviya di nava zayendan di qada endeziyariyê de ev tişt got: "Divê jin kedên mezin bidin, her wiha divê zanist û hebûna xwe ya teknîkî pêşbixînin. Divê di ofîs û şîrketan de cihên rêveberî ji endeziyarên jin re bên pêşkêşkirin. Eger derfet ji jinan re hate vekirin û karîbûn ofîsên endeziyariyê vekin û wan bi rêve bibin wê dawî li zihniyeta baviksalarî bê. Ji bo ev yek pêkan be pêwîstî bi serarastkirina reformên çandî, qanûnî yên berfireh heye. Divê jin tu car teslîmiyetê qebûl nekin. Xebatên qadên endeziyariyê ne hêsan e, lê divê jin kedên mezin bidin ji bo xwe îsbat bikin. Li dijî kêşe û zehmetiyên jiyanê hebûna xwe îsbat bikin û di xwestina mafên xwe û pêkanîna wekheviyê de îsrar bin."