Kampanyaya “Hemwelatîbûyîn ji bo min û malbata min maf e” pêşnûmezagonek pêşkêş kir
Jinên ku tevlî civîna çapemeniyê bûn diyar kirin ku zagona ku pêşniyera guherînê ya kampanyaya “Hemwelatîbûyîna min ji bo min û malbata min maf e” dê ji bo bi hezaran jinên Lubnanî û zarokên ku rastî cudakariya zayendî tên bibe temînata mafan.

SÛZAN EBÛ SAÎD
Beyrûd – Nêzî 22 salan e kampanyaya “Welatîbûyîna min ji bo min û malbata min maf e” ku ji bo mafî dayîna hemwelatîbûyînê ya malbatên jinên Lubnanî têdikoşe; di civîna çapemeniyê de diyar kir ku ji bo bidawîkirina cudakariya di Zagona Hemwelatîbûyîn ya Lubnanê û wekheviya di navbera jin û mêran de teklîfa pêşnûmezagoneke lezgîn pêşkêşî parlamentoyê kiriye.
Civîna çapemeniyê 15’ê Cotmehê bi sernavê “Ji bo hemwelatîbûn û mafê hemwelatîbûnê: Gaveke ber bi edalet û wekheviyê ve” li avahiya Sendîkaya Çapemeniyê ya Lubnanê hat lidarxistin. Di civînê de gavên ku ji bo teklîf bikeve rojeva meclîsê û bibe zagon werin avêtin hatin diyarkirin.
Parlamenterên jin, aktivîst û hiqûqnas ên tevlî civînê bûn, bal kişandin ku ew benda yekem a zagona ku tê pêşniyarkirin bi awayê; “Kesê/a ku Lubnanî tê dîtin, ya/yê ku ji dayîk an jî bavekî Lubnanê çêbûye ye” were guherandin. Diyar kirin ku bi vê guherîna biçûk armanc ew ku bêdadiya li dijî jin û zarokên Lubnanî ya ji ber nedayîna hemwelatîbûnê tê kirin bi dawî bibe. Kesên ku beşdar bûn bi bîr xistin ku beriya salan teklîfa pêşnûmezagoneke bi vî rengî hatiye pêşkêşkirin lê ji ber kêmasiya îradeya siyasî, li komîsyonên meclîsê hatiye hiştin û gotin ku vê guherînê li gorî benda 7’an a Makezagona Lubnanê tê wateya ketina meriyetê ya hukmê “hemû lubnanî li pêşiya zagonî wekhev in.”
Kesên axivîn diyar kirin ku hemwelatîbûyînê didin hevjînên biyanî û zarokyên mêran lê vî mafê jib o jinan tune ye û bal kişandin ku ev cudakarî nayê qebûlkirin.
Jinan her wiha diyar kirin ku vê rewşê bi benda C a di pêşgotina makezagonê de ku edaleta civakî û wekheviyê dixe bin temînatê re bi nakok e û gotin: “Heta ku jin azad nebin, welatek azad nabe, li cihê ku edalet ji bo jinan tunebe mirov nikare behsa wekheviyê bike.” Her wiha diyar kirin ku ev maf ne siyasî, mafeke makezagonî û mirovî ye, bi peymanên weke CEDAW’ê girtine bin temînatê. Beşdaran bang kirin ku namzedên vî mafê neparêzin divê di hilbijartinê de werin boykotkirin.
Di zagona hemwelatîbûnê de banga wekheviya tam
Dîrektora kampanyayê û endama Tifaqa Wekheviya Hemwelatîbûna Cîhanî Kerîme Şebu wiha got: “Konferansa ku me îro li dar xist, ji bo fermîbûna teklîfa zagona lezgîn a me pêşkêşî meclîsê kir bû. Armanca me ew e ku em destekê bidin malbatên jinên Lubnanî. Êdî hemû dezgehên zagondanîn û rêvebirinê aktîf in, ji bo bicihanîna hedefên hemwelatîbûn û wekheviyê dem guncaw e.”
Kerîme Şebu diyar kir ku astengkirina mafê hemwelatîbûyîna jinan ji ber hebûna zihniyeta serdest a mêr e û wiha got: “Jin weke çîna duyem tên dîtin. Dema ku dibin dayîk jî nasnameya zarokan li gorî ya bav e. Ev yek ji ber çand û nêrîna kêm û biçûk a li dijî jinan e.”
Parlamentera Lubnanê Sinthiya Zarazir jî diyar kir ku pêşnûmezagon bi fermî pêşkêşî meclîsê hatiye kirin lê ji bo were pejirandin pêdivî bi zexteke mezin a gel heye û got: “Hinceta; ‘dayîna hemwelatîbûyînê ji zarokên jinek bêhevsengiya demografîk’ çêdike weke “heqaret û nakokî” bi nav kir û got: “Ger ev gef be divê ji bo mêran jî derbasdar be.”
‘Dayîka min ji derveyî hemwelatîbûyînê her tişt da min’
Derhênera şanoyê û terapîsta dramayê Zeyne Dakkaş, bi gotinên; “Nedayîna hemwelatîbûyînê ji bo hevjîn û zarokên jinan, nîşaneya herî şênber a bêdadiyê ye” tecrubeyên xwe wiha anî zimana:
“Ez bi kesekî Urdunî re zewicandî me û keça min 7 salî ye. Gelek zarokên ji dayîkên Lubnanî, li vê derê mezin dibin û dixwînin lê hê jî hemwelatiyên vî welatî nayên dîtin lê ew jî di vê civakê divê xwedî gotin bin.”
Beşdareke din a bi navê Nur el-Fatayircî jî wiha got: “Dayîka min her tişt da min lê nikaribû hemwelatîbûyîn bide min. Ev rewşeke mirov jê şerm dike. Lubnan weke welatê dad û wekheviyê divê wiha nebe.”
Nûr el-Fatayircî her wiha bal kişand ku gelek zarokên ku hemwelatiyên Lubnanê nîn in, nikarin bikevin beşên pîşeyê û tên astengkirin, ji ber vê yekê ciwan neçar dimînin koçber bibin û got: “Vî welatî kesên ku mezin dike û bi pêş dixe, ji ber zagonên xwe winda dike.”