Di ragihandina cenaze û kevirên goristanan de nav û wêneyê jinan tê jêbirin
Di civakê de mirin jî nikare jinan ji veşartina navê wan xilas bike û kevirên goran jî dibin pênaseyek din a jêbirina jinan. Sembolên wek kulîlk, find û kevok dikevin şûna navê wan û wêneyên wan ji ser kevirên goran tên jêbirin.

NASIM EHMEDÎ
Kirmaşan – Kulîlk, find, kevok û peyvên sembolîk, bi gelemperî dikevin şûna nasnameya rasteqîn a jinan. Li şûna nav û wêneyê jinên ku jiyana xwe ji dest didin, ew sembol tên bikaranîn. Ev rewş tenê ji bo jinan derbasdar e; dema mêr jiyana xwe ji dest didin bi awayekî azad nav û wêneyên wan di îlan û li ser kevirên goran de cih digrin.
Jêbirina sembolîk a ji bîra civakî
Dema mêr bi nasnameyên xwe yên tam tên danasîn, jin bi gelemperî bi sernavên giştî û bêkesayetî yên mîna "jin", "dayik", "mirî" û "xanima rêzdar" tên binavkirin. Ev jêbirina bi pergalî, di bîra civakê de jêbirina sembolîk a kontrola li ser beden û navê jinan temsîl dike ku heta piştî mirinê jî berdewam dike.
Ev rewş tenê bi ragihandina cenazeyê jinan re sînordar namîne. Heta mêrek dimire, di ragihandina cenaze de tenê navê xizmên mêr ên mîna kur, bira, bav û mam cih digrin. Navê zarokên keç bi gelemperî tê paşguhkirin. Di îlanên wiha de, li şûna navê keça mêrê dimire, hevokên mîna "Xezûrê Beyên Birêz…” derbasî şûna navê keça rasteqîn dibe.
Kevirên ku hikûmet jê ditirse
Pir kêm be jî carna wêneyên jinan li ser kevirên goran tên xemilandin. Ev hejmara biçûk jî berteka hikûmetê digre û li hemberî vê rewşê helwestek tund tê girtin.
98 wêne hatin jêbirin: 98 jinên bê wêne
Di Tîrmeha 2022’an de rêveberê goristana Behesht Zahra, ragihand ku 98 kevirên gorên jinan ên ku "wêneyên vekirî" li ser wan hebûn, hatine rakirin û rastkirin. Ev rayedar, îdia kir ku li ser kevirên gorên jinan hebûna wêneyên vekirî yan bêserûber "ne li gorî gorên bi bawerî ne.”
Armanca bingehîn qedexekirina wêneyên jinan e
Parêzvana mafên jinan Meryem Arsa (bi navê ku li xwe kiriye) pir cuda nêzî vê biryarê dibe. Li gorî wê, pirsgirêka rasteqîn a di pratîka Behesht Zahra de ne wêneyên vekirî yên jinan e; astengkirina hebûna wêneyên jinan a di kevirên goran û îlanên cenazeyan de ye.
Ev hesasiyet, tenê bi salên borî ve sînordar nemîne; di Îlona 2025’an de jî berdewam kiriye. Di vê çarçoveyê de, ajansên nûçeyan ên Tasnim û Tabnak raporek hevbeş weşandin û bal kişandin ser "belavbûna bêexlaqiyê ya li ser kevirên goran." Her du ajansan, rexne li danîna wêneyên jinan li ser kevirên goran kirin û fikarên xwe li ser belavbûna vê diyardeyê anîn ziman. Ev rexne dikare wekî destpêka serdemeke nû ya zilmê bê şîrovekirin.
Wêneyên jinan bi rengekî spî hatin nixumandin
Di Mijdara 2020’an de hat ragihandin ku li bajarê Royan ê parêzgeha Mazandaranê wêneyên jinan ên li ser kevirên gorên wan bi tevahî bi boyaxa spî hatine nixumandin. Malbatan, di destpêka lêpirsînê de diyar kirin ku rayedaran agahî nedane lê piştre hîn bûn ku ev yek bi biryara lijneya goristanan hatiye bicihanîn. Lijneyê, îdia kir ku danîna wêneyan li ser kevirên gorên jinan "di aliyê olî û kevneşopî de ne guncaw e".
Gorek zayendperest
Sedema nixumandina wêneyan li ser kevirên goran ne tenê vekirîbûna wêneyan e, tenê jinbûna wan e. Ev mijar di salên borî de jî hat rojevê. Mînak, di sala 2018’an de rayedarên goristana Hesen Îmamzadeh a li Sabzevarê malbatan hişyar kirin ku wêneyên jinan li ser kevirên gorên rakin û ger ew ranekin wê kevirên goran bên rakirin.
Piştî mirinê serweriya meran
Li gorî raporên hatine weşandin, bandora serweriya mêran li ser jiyana jinan heta kêliya mirinê û piştî vê jî didome. Dijminê jinan, heta piştî mirina jinan jî wan kontrol dikin.
Parêzvana mafên jinan a navê Meryem Arsa, wiha got: "Armanca sereke ya pergala mêrên serdest, mêtinkariya li ser jinan û piştî mirinê bi temamî tunekirina nasnameya wan e. Mêrên xwedî vê baweriyê, hebûna jinan bi qîmet nabînin û wan tenê mîna amûrên xizmetê dibînin; mafê wan tune ye ku nasnameyên wan piştî mirinê jî piştrast bikin. Lewma mirina jinek jî nabe mirina mêrek.”
Li şûna navê jinan, navê mêran te nivîsandin
Meryem, behsa wêneyekî ku beriya demek di medyaya dîjîtal de hat weşandin kir û got: “Di vê wêneyê de li ser gora jinek ne navê wê, tenê navê hevjînê wê hebû “Hevjîna Ayetullah Ilmu'l-Hedî."
Paşguhkirina nav û nasnameyên jinan, encama bawerî û pêkanînên li dijî jinan e. Di seranserê dîrokê de, gelek mêran li şûna ku navê hevjînên xwe bibêjin, gotinên mîna "dayika zarokan" an "malê" bi kar tînin. Ev helwest, jinan ne wekî kesên serbixwe, nêzîkatiyek înkarker ku jinan girêdayî mêran nîşan didin raber dike. Dema ku mêr li şûna navê hevjînên xwe navê xwe yan jî îfadeyên giştî bi kar tînin, dixwazin hebûna jinan veşêrin. Ev helwest, redkirina nasnameya serbixwe ya jinan e.
Înkarkirin û dijminahiya jinan a di serdema modern de ye. Înkarkirina nasnameyê îro jî bi awayên cûrbecûr didome. Mêr bi rêbazên nû vê nêzîkatiyê ji nû ve pênase dikin, bi vî rengî jin hê jî ji mafên xwe yên mirovî û beşdarbûna jiyana civakî bêpar dimînin. Ev înkarkirin xwe di ziman, tevgerên civakî û saziyên çandî de nîşan dide.”
Tirsa ji navê jinan
Jêbirin û astengkirina giştî ya nav û wêneyên jinan a ji îlan, kevirên goran û belgeyên fermi, nîşaneyek eşkere ya vê pêvajoya înkarkirinê ye. Ev pêkanîn tenê jinan ji bîra civakî nabe, di heman demê de rola wan a di dîrok, malbat û civakê de jî paşguh dike. Di encamê de, tenê ji bo mêr û serweriya mêr mafê hebûnê tê dayîn; heta nivîsandina navê jinan an jî xêzkirina wêneyên wan li ser kevir, ji bo pergala serweriya mêr gefek tê dîtin.