Jînûs Muhamedî ya Bahayî ji aliyê îstixbarata Îranê ve hat binçavkirin
Jînûs Muhamedî ya Bahayî ku li bajarê Ûrmiyê dijî, ji aliyê hêzên Îstixbarata Îranê ve hat binçavkirin û nayê zanîn birine ku.

Navenda Nûçeyan – Li gorî nûçeya ku saziya medyayê ya mafê mirovan weşandî, sibeha 14’ê Cotmehê roja Sêşemê, hêzên îstixbarata Îranê bi ser mala Jînûs Muhamedî de girtin. Piştî lêgerîna malê, dest danîn ser pirtûk, cîhazên dijîtal û tiştên wê yê şexsî û ew binçavkirin û birin cihek ne diyar.
Li gorî raporên tên weşandin, ne tenê mala Jînûs Muhamedî, di heman demê de mala malbata wê ku dayîk û bavê wê yê pîr li nêzî wê dijîn de jî lêgerîn kirine. Di dema lêgerînê de dest dane ser tiştên şexsî yên malbatê.
Heta niha têkildarî sedemê binçavkirina Jînûs Muhemedî û sûcên derbarê wê de ti agahî nehatine parvekirin.