Jinên Xurmalê xwe fêrî xwendin û nivîsînê dikin
Jinên Kurd, bi taybetî jinên sînorê Helebceyê ku di demên borî de ji ber rewşa siyasî, civakî û paşeverûtiya mêr ji xwendinê bêpar man, ji bo jinên herêma Xurmal fêrî xwendin û nivîsînê bibin, berê xwe didin dewreyên xwendin û nivîsînê.
MÎHRÎBAN SELAM
Xurmal – Ji ber rewşên li pey hev li ser xaka Kurdistan û gelê Kurd her wiha ji ber rewşa siyasî, civakî û aborî ku rasterast bandorê li jinan dikir, jin ji xwendin û nivîsînê dûr man. Lê belê niha jinên ku nexwendine hewl didin fêrî xwendin û nivîsînê bibin, da ku karê xwe yê rojane bi xwe bi rêve bibin. Ji bo fêr bibin berê xwe didin dewreyên perwerdeya fêrbûna xwendin û nivîsînê.
Her çendî daneyek diyar a rêjeya xwendina jinan li ber destan nîn e lê li herêma Helebce, Xurmal û Hewremanê rêjeyak zêde jinên nexwendî hene. Dewreya fêrbûna xwendin û nivîsînê ji bo herêmên ku rêjeya xwendina jinan li wan kêm e tê vekirin.
Li Xurmalê Şewnim Mihemed bi derfetên xwe yên takekesî dibistanek vekiriye û heta niha heta pola sêyem a seretayî domandiye. Şewnim Mihemed diyar dike ku di wê dibistanê de dewreyên perwerdeyê tên dayîn û wiha got: “Nêzî salek e dewreya me didome. Me ji bo ceribandinê du mehan vekir. Me dît jin bi awayekî berbiçav beşdar dibin, ji ber wê me biryar da çi ji destên me were em ji bo jinên Xurmalê bikin.”
‘Divê jin tabeleyan bixwînin’
Şewnim Mihemed têkildarî armanc û fikra vekirina vê dewreyê wiha got: “Fikra wê ji min dest pê kir. Min xwest jinên ku di malê de ne û ji xwendinê bêpar mane, bikaribin tabelayên li ser firoşgeh, nexweşxane û riyan bixwînin. Piştî kum in agahî da, gelek jin hatin, nêzî 25 jinan xwestin fêr bibin. Mamosteyên me hene nahêlin kes ji xwendinê bêpar bimîne.”
‘Sê astên cuda yên xwendinê hene’
Buşra Serdar ku sal û şeş meh e mamostehiya dewreyê dike wiha got: “Destpêkê dewre tenê du meh bûn lê belê niha di sê astên cuda de xwendekarên me hene û dikarin pirtûkan bixwînin. Destpêkê nikaribûn tîpan bi temamî ji hev cuda bikin, niha dixwînin. Jinên ku ji ber sedemên cuda ji xwendinê bêpar mane divê temen ji wan re nebe asteng û nebêjin temenê me mezin bûye, temenê fêrbûnê nîn e. Divê xwe fêr bikin û beşdarî dewreyan bibin da ku armancên xwe pêk bînin. Em ê dewreyên xwe bidomînin. Em ê dewreyên xwe yên nû li Xurmal û derdora wê ji bo jinan vekin.”