Keştiyek penaberan binav bû: 14 kesan jiyana xwe ji dest dan

Keştiyeke penaberan ku 18 kes tê de bûn li peravên Bodruma Muğlayê binav bû. Du kes hatin rizgarkirin û cenazeyên 14 penaberan hatin dîtin.

Muğla – Keştiyeke ku penaber tê de bûn li peravên Bodruma Muğlayê binav bû. Piştî wergirtina banga alîkariyê, sê keştiyên Parastina Peravan û Tîma Noqbûna Taybet a Parastina Peravan (DEGAK) şandin herêmê. Tîman penaberê Afganî bi saxî rizgar kirin.

Penaberê rizgarkirî diyar kir ku ew bi qeyikeke lastîkî derketine deryayê, lê qeyik ketiye nav avê û binav bûye, bi tevahî 18 kes di nav de bûne. Penaber ragihand ku ji bo gihîştina bejahî nêzîkî 6 saetan avjenî kiriye.

Hewldanên lêgerîn û rizgarkirinê bûn sedema dîtina penaberekî din ku avjenî ber bi Girava Çelebiyê ve çû. Her çend cenazeyên 14 penaberan hatine dîtin jî, hewldanên lêgerîn û rizgarkirinê ji bo dîtina du penaberên winda, berdewam dikin.