Jinên Xezayê ji ber şer di şert û mercên giran de dijîn
Jinên Xezayê ji ber kêmasiyan ku li cihên koçberiyê di nava şert û mercên dijwar de dijîn, gazinan dikin û diyar dikin ku bi gelek zehmetiyên jiyanê re di nava konên koçberiyê de rûbirû dimînin û tu mehremiyeta jiyana wan nemaye.
REFÎF ISLÎM
Xeza – Êrişên Îsraîlê li ser Zîvala Xezayê didome. Barê şer ê giran jî jin radikin. Jinên Xezayê ji ber tunebûna jiyana taybet, li cihên koçberiyê di nava şert û mercên jiyanê yên dijwar de dijîn. Jinên li Zîvala Xezayê, ji ber berdewamiya şerê ku nêzî salek û sê meh in berdewam dike, bi binpêkirinên mafên mirovî re rû bi rû ne û şert û mercên jiyana wan a taybet qet tune ne.
‘Şer zextên giran li ser jinan ava dike’
Samar Qahman yek ji koçberên Xezayê ye der barê rewşa jinan li Xezayê beriya şer û piştî şer de wiha dibêje: “Jin li Xezayê beriya şer di malên xwe de bi mafên xwe dijiyan. Ji karê malê bigre heya amadekirina xwarinê her wiha zarokên xwe bi awayên ku guncav didîtin mezin dikirin. Îro jin piştî şer û pevçûnên ku rû dane li herêmê weke dîlgirtiyan di zindanê de ne û tenê li hêviya azadiyê ne. Niha jiyan li herêmê nemaye. Ava vexwerinê û xwarinên paqij jî tune ne, ew jî dibe sedem ku gelek nexweşî bi jinan re çêbibin.”
‘Em nikarin careke din germahiya mala xwe hîs bikin’
Samar Qahman bal kişand ser koçberiya ji ber şer ku 7 caran neçar dibe ji mala xwe koçe bibe û wiha got: “Ji destpêka êrîşên li ser Xezayê ve heya vê kêliyê zêdeyî 7 caran neçar dibûm ji mala xwe koç bibim lê her carê vedigeriyam malê. Mixabin vê carê nikarim vegerim ji ber hêzên Îsraîlê malên me yên li bakurê Zîvala Xezayê rûxandine. Ji ber vê yekê em nikarin vegerin malên xwe û germahiya wê careke din hîs bikin. Me gelek şert û mercên dijwar derbas kirin heya dibistana ku em lê diman rastî topbarana balafirên şer ên Îsraîlê hat. Heya ku êrîşî dibistanê kirin û gelek kes ji sivîlan binçav kirin. Em niha di nava konên koçberiyê de dijîn. Em nikarin bi rehetî biaxivin ji ber kon nêzê hev in û cîran dengê me dibihîsin. Jin êş û azarên herî dijwar dikşînin, di aliyê şûştin û paqijiyê de. Di kampê de ji ber tunebûna amûrên paqijiyê jiyana wê zehmetir dibe. Êvarê em nikarin ji konên xwe derkevin ji ber her dem kamp bi guleyên dronê û mûşekên ku bê serûber tên avêtin re rûbirû dimîne. ”
‘Di wargehê de zehmetiyên mezin hene’
Samar Qamhan di dawiya axaftina xwe de bi barandina rondikên çavên xwe wiha got: "Mêr dikarin kar û pêdiviyên xwe pêk bînin lê em çi bikin. Carna jî piştî nîvroyê heya saetên razanê em bê av dimînin tenê ji bo em êvarê ji konên xwe dernekevin. Her roj jin hewl didin çareseriyê bibînin û pêdiviyên xwe pêk pêk bînin lê mixabin tu tişt di destên me de nemaye. Em neçar dimînin bi şev û roj bi cil û bergên xwe yên nimêjê bimînin. Dema ku em koçber bûn piraniya cilên me di malan de man, ên me anîn jî hêzên Îsraîlê nehiştin em derbas bikin li ser bendên kontrolê yên di nava kampa Cebeliya û Zîvala Xezayê de ava kiribûn, em neçar man bavêjin.”