Jinên Sûweydayê destek dan xwestekên guhertina destûrê
Ji bajarê Suweyda ya Sûriyeyê gelek aktivîstên jin, bal kişandin ku destûra bingehîn ji bo avakirina Sûriyeya nû berfireh nîne, berovajî wê, pergalên marjînal ji nû ve ava dike. Jinan xwest ku bi awayek adilane nûnertiya wekhev hebe.

ROŞÊL CONYOR
Suweyda – Jinên li bajarê Suweydayê, bi bertekên xwe yên li hember niheqiyan tên naskirin. Her carek ku kiryarek li dijî jinan pêk tê, kom dibin û nerazîbûna xwe nîşan didin. Jinên Suweydayê vê carê jî li hember belavoka Destûra nû ya Sûriyeyê nêrînên xwe anîn ziman. Jinên Suweydayê diyar kirin ku ew destekê didin peyama ji aliyê pêşengên bajar û gel ve ji hikûmeta demkî re hatiye şandin. Di peyamê de hat xwestin ku destûr li gorî daxwazên gelê Sûriyeyê, ji nû ve were sererastkirin, edalet û hemwelatîbûn çêbibe, di pêvajoya avakirina welat de hemû kom cihê xwe bigirin.
‘Ev belavok ji bo gelên Sûriyeyê nabe bersiv’
Aktivîsta siyasî Kinda El-Muhaythawî destnîşan kir ku ji destpêkê heta niha nerazîbûna xwe li hember vê destûrê anîne ziman û wiha got: “Ji roja ku belavoka destûra bingehîn hatiye weşandin heta niha, me anî ziman ku em napejirînin. Pêşengên gel ên li Suweydayê jî ji serokê hikûmeta demkî re peyam şandin, diyar kirin ku divê encamên vê belavokê di ber çav de were derbaskirin. Ev belavok ji bo gelên Sûriyeyê yên 54 salan di bin rejîma Esed de bûn, nabe bersiv.”
‘Em daxwaza pergalek rêveber a wekheviya welatiyan esas digre dikin’
Ji Tevgera Laîk a Sûriyeyê Semaher El-Andarî jî bi bîr xist ku jin ji bo nêrîna xwe nîşan bidin her roj li qadan in û wiha got: “Em her roj li kolanan balê dikşînin ku em destûra nû napejirînin. Lewre ev belavok tê wateya feraseta yekperest, mafên welatiyan ji destê wan digre. Em Sûriyeya hevgirtî ya ji aliyê ax û civakê ve dixwazin. Di vê destûrê de rol, beşdarî û nasnameya jinan nayê naskirin û azadiya ferdî tuneye. Em vê destûrê napejirînin. Em li dijî hemû nêzikatiyên ku rola jinan biçûk dixin, radibin. Em dixwazin pergaleke rêveber a wekheviya welatiyan esas digre, were avakirin.”
‘Li gorî xeyal û fedakariyên gelên Sûriyeyê nîne’
Parêzer Lîna Ebu Hamdan jî balkişand ser kêmasiyên di Destûra nû de û nêrînên xwe wiha anî ziman: “Ez ji bajarê Sûweydayê welatiyek Sûriyeyî me. Ez xwedî nasnameya Sûriyeyê me. Destûra nû, metneke demborî ye, mayînde nîne lê em dîsa jî napejirînin. Ji ber ku rengekî tenê dipejirîne, nûnertiya me nake. Rêz ji hêzên cuda re nehatiye nîşandan, berovajî wê hemû raye ji wan hatine girtin. Mozaîka mezhebî û olî ya li Sûriyeyê li ber çav nehatiye girtin. Em rêzê nîşanî hemû olan didin, lê ol û nasnameya serokomar nabe mîna destûr were diyarkirin. Divê destûr ji hemû Sûriyeyan re xizmetê bike. Di destûra heyî de parlementoyek rast tuneye. Tu rola gel tuneye, demokrasî tuneye. Ev nivîs nûnertiya destûreke dîktator dike. Li gorî xeyal û fedakariyên gelên Sûriyeyê nîne. Vederkirina jinan ji pêvajoya destûrî û tenê dayîna peywirên ji rêzê, nîşan dide ku feraseta desthilatdariya mêr hebûna xwe çiqas ava kiriye.”