Dayîkên Şemiyê li aqûbeta Omer Olker pirsîn

Dayîkên Şemiyê li aqûbeta Omer Olker ku di sala 1994’an de hatî windakirin pirsin û gotin: “Em li benda edaletê ne.”

Stenbol – Dayikên / Mirovên Şemiyê ji bo aqûbeta xizmên xwe yên di bin çavan de hatine windakirin û qetilkirin bipirsin û ji bo darizandina faîlan, li Qada Galatasarayê hatin ba hev û çalakiya xwe ya hezar û 46’an lidar xistin.

Dayikên Şemiyê qurnefîl û wêneyên xizmên xwe yên di bin çavan de hatine windakirin, hilgirtin. Di çalakiya vê hefteyê ji bo pirsîna eqûbeta Omer Olker ê di 15’ê Nîsana 1994’an heta niha hatî windakirin çalakî li darxistin. Hevseroka giştî ya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn û seroka şaxa Stenbolê ya ÎHD’ê Gulseren Yolerî û gelek parêzvanên mafê miroven beşdar bûn. Metna daxuyaniyê endama komîsyona Girtîgehan a ÎHD’ê Sebla Arcan xwend.

Çîroka Omer Olker hate xwendin

Sebla Arcan got ku “Em ji bo Omer Olker ê dibin çavan de hatî windakirin edaletê dixwazin.” îşaret bi wê yekê kir makamên îdarî û ji bo başkirina binpêkirinên mafan û derxistina aqûbeta xizmên hatine windakirin erkê xwe bi cih neanîne. Sebla Arcan da zanîn ku Omer Olker ê bavê 2 zarokan, di 15’ê Nîsana 1994’an de ji bo girtina malzemeyê çû dikana berberê, piştre winda bû û piştre jî cenazeyê wî hate dîtin.

Çalakvanan qurnefîl danîn Qada Galasarayê û piştre çalakî bi dawî bû.