Cihê ku riya aqil bûye yek: Banga civaka demokratîk

Rojnameger Çîlem Kuçukkeleş diyar kir ku bi banga Aştî û Civaka Demokratîk erkek dane civakê û got: “Ev bang tam li gorî pêdiviya gelên Tirkiyeyê ye.”

SERPÎL SAVUMLU 

Navenda Nûçeyan- Di xala çareseriya pirsgirêka Kurd de geşedanên ku di nava çend mehan de hatin jiyîn û daxuyaniya ku di 27’ê Sibatê de piştî hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re daxuyaniya ku li li Girtîgeha Girtî ya Ewlekariya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê hat dayîn, nîşan dide ku Tirkiye ketiye ‘riyek’ nû. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocelan li gel banga fesihkirina PKK’ê, banga civaka demokratîk li gelê Tirkiyeyê kir.   

Ev bang ji aliyê gelek beşên civakê ve ji nîqaşan re vebû, di 1’ê Adarê de PKK’ê agirbest îlan kir lê belê diyar kir ku piştî wê ji aliyê dewletê ve tu gav nehat avêtin. Di nava nîqaşên ku ‘Gelo pêvajo xemitî’ de, di 10’ê Nîsanê de parlamenterên DEM Partî Sirri Sureyya Onder û Pervîn Buldan li gel serokkomar Tayyîp Erdogan hevdîtin pêk anîn. Ji destpêka pêvajoyê heta niha di aliyê desthilatdariyê de bi ‘îsrara’ serokê MHP’ê Devlet Bahçelî li gel nêrînên ku pêvajo ‘bipêş dikeve’ ev hevdîtin dikare were gotin ku der barê pêvajoyê de pêşketinek nû îfade dike. Lê belê pirsên ku wê pêvajo çawa bi pêş bikeve, kongreyek muhtemel bi beşdariya Abdullah Ocalan çawa pêk were li aliyekî, aliyek din ê girîng a vê banga hat kirin, civaka Tirkiyeyê vê çawa dixwîne û li hemberî vê bangê di xala xwedîderketinê de wê seknek çawa raber bike tê axaftin.   

‘Yekitî û bihêzbûn’ 

Ji pirsên ku ‘gav hat avêtin, nehat avêtin’ serbixwe û bêyî ku xwe di vir de teng bike civakîbûna aştî û demokrasiyê weke pirsgirêka esas li ser mase disekine. Bi taybetî piştî 19’ê Adarê pêvajoyên ku hatin jiyîn peyamên li dijî zext û zextan wê têkoşînek çawa were kirin. Jin di avakirina  masayê vê pêvajoyê de aliyên bingehîn in. Melisa Jinan a DEM Partî, ji bo jin divê pêvajoyê de bibin îrade û di avakirina Tirkiyeya demokratîk de rola aktîf bigrin, dest bi xebatan kirine. Weke yek ji parçeya van xebatan wê hevdîtinên bi jinên Elewî re werin organîzekirin. Jin li cihê siyaseta kûrewî, di avakirina civaka muxalefet de bi hev re û bihêztir, di heman demê de ji bo bersiva vê bangê bidin, di nava amadekariyan de ne.   

Der barê jinên Elewî yên ku weke kirdeyek vê pêvajoyê ne, me bi rojnamevan  Çîlem Kuçukkeleş re hevdîtin kir.  

‘Cihê ku riya aqil bûye yek’ 

Di sohbeta me ya ku me bi pirsa “Çima pêwistî bi civaka demokratîk heye” dest pê kir de Çîlem Kuçukkeleş ji bo Elewiyan bal kişand ser girîngiya banga Abdullah Ocalan û wiha got: 

“Em civakên bê dewlet in, em civakek ku difikirin ne bi avakirina dewletê, berovajî bê dewlet û bi awayekî civakî bi hevre bijîn. Ji ber wê Elewî tu deman neketine nava dewletê, yan jî dewletê negirtine pişta xwe, neketine nava sûcên dewletê. Çavên Elewiyan li civakê ye, bi civakê re tevdigerin, bi civakê re hebûna xwe dibînin, bi hev re avakirina jiyanê, di heman demê de bîrdoziya herî mezin a Elewiyan, bi hevre, li cihê herî guncaw de ye. Ez bi temamî girîngî didim banga ku di 27’ê Sibatê de hatşte kirin. Ji ber ku dewlet hatiye halek wisa ku her yek jê veguheriye hêzeke bê kontrol û bê hiqûq... Dewlet evqas bê hiqûq êrîşî civakan nakin, ewqas hêza tank, top, çekê bi kar naynin. Ez gelek fikirîm ku ev jî pirsgirêka nebûna hiqûqê ye û bi xwezayî dewletên ku evqas zorî bi kar tînin, di warê ku em ê çawa ji heq derbikevin de, cihê ku herî zêde riya aqil lê bûye yek ev der e, bi awayekî civakî divê e bi hev re tevbigerin û bi hev re civakek demokratîk ava bikin.” 

‘Divê civak bi bangê re eleqedar bibe’ 

Çîlem Kuçukkeleş diyar kir ku ji bo Elewiyan jî demokrasî bi qasî nav û avê girîng e û bal kişand ku banga hatiye kirin perspektîfek ku demokrasiyê li ser dewletê ferz dike pêşkêş dike û wiha domand: “Bêguman di vê bangê de diyaloga di navbera rêberê PKK’ê Birêz Abdullah Ocalan de meseleyeke wan a teknîkî ye. Bi vê awayê dê ev kar çawa bibe, çawa bidome, kongre kengê çêbibe, ev ne karê civakê ye. Ez difikirim ku divê civak pir baş bi vê meseleyê re eleqedar bibe.”  

‘Divê demokrasî veguhere meseleyeke ku pirsgirêkên me hemûyan çareser dike’ 

Çîlem Kuçukkeleş da zanîn ku perdevka meclisa jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglu çend roj berê di civîneke çapemeniyê ya bi jinên rojnameger re diyar kiriye ku bi gelek aliyan re hevdîtin çêdibin, got ku divê mijara civakîbûnê tenê li ser milê DEM Partiyê neyê hiştin û wiha domand: “Mijareke wiha girîng divê bi tenê ser DEM Partiyê nemîne. Li Tirkiyeyê Kurd û Elewiyan gelek zoriyan kişandin, komkujî li ser wan çêbûn. Ji bo destûreke demokratîk, dewleteke demokratîk a ku hebûn û mafên wan bixe bin temînatê gelek têkoşiyan lê îro em di rewşeke wisa de ne ku AKP ji bo dareke zeytûnê ya di bexçeyê gundiyek de jî şer dike. Li dijî hebûna civakê, taybetmendiyên civakîbûnê, li dijî qadên bi ewle yên jiyanê dest bi şer kiriye. Ji berê ve jixwe Kurd û Elewî tune dihatin hesibandin. Li cihekî ku ewqas kaos hebe bêguman dê her biçe belav bibe û veguhere xespkirina mafan. Em li Tirkiyeyê vê yekê dijîn. Ji ber wê divê demokrastî ji bo me bibe meseleya ji bo çareseriya pirsgirêkan. Ne tenê ji bo Kurd û Elewiyan, îro pêdiviya hemû gelên Tirkiyeyê bi demokrasiyê heye.” 

Civakê dest bi siyasetê kiriye 

Bi bûyerên ku rojên dawî diqewimin re di daxuyaniyên CHP’ê de zêdetir behsa ‘demokrasiyê’ tê kirin. Çîlem Kuçukkeleş, li ser vê rewşê jî wiha got: “Îro pêdiviya CHP’Ê jî bi demokrasiyê heye. AKP bi salan e xwe xwediyê dewletê dibîne. Weke ku partiyên siyasî tenê siyasetê bikin, ji derveyî bikaranîna deng, peywireke civakê tunebe, pergaleke siyasî ava dikirin û hewl didan çavên civakê tenê bidin ser sindoqan lê civakên Tirkiyeyê dîtin ku êdî ne sindoq divê bi xwe siyasetê bikin. Vê siyaseta ku partiyên siyasî dikin jî pirsgirêkên civakê çareser nake. Em di pêvajoyeke ku pêdiviya civakê zêde bi siyasetê heye de ne. Ger civak siyasetê bike jixwe dê avakirina civaka demokratîk jî ewqas bikaribe pêk were û veguhere bangek.” 

‘Divê perspektîfa herî mezin avakirina civaka demokratîk be’ 

Çîlem Kuçukkeleş bi gotinên; “Ne tenê DEM Partî CHP, rêxistinên jinan, rexistinên Elewiyan, rêxistinên civaka sivîl, ode, li Tirkiyeyê hemû hêzên ku heta roja îro ked danei ava kirine; divê perspektîfa li pêşiya xwe bibînin û ji bo civaka demokratîk bixebitin” bal kişand ku ji derveyî vê tu riyeke din tune ye. Çîlem Kuçukkeleş, rewşeke dijberî vê wiha pênase kir: 

“Weke din em hemû li cihên cuda, bi kêmarên cuda, rêxistinên civaka demokratîk, bi tena serê xwe li dijî hêzeke wiha bê pîvan nikarin encamek bigrin. Formula herî mezin li Tirkiyeyê ew e ku hemû kesên demokrasiyê dixwazin bi hev re bin, bi hev re siyasetê bikin, biguherînin. Ez difikirim ku pêdiviya me bi komar û civakeke nû ya bi hev re hereket dike heye.” 

Ji bo ku vê serdema her kes di agirê xwe de dişewite bi dawî bibe, ya esasî ew e ku riya têkoşîna bi hev re diyar bibe. Çîlem Kuçukkeleş, diyar kir ku vê pêvajoyê bi qasî ku Elewiyên li Tirkiyeyê eleqedar dike, Elewiyên li Sûriyeyê jî eleqedar dike û got ku dirûşma ‘Yan em hemû bi hev re yan jî tu kes ji me’ îro ji bo jinên civakên mezlûm, jî manîfestoya rizgariyê ye û ji bo pirsa “Di nava ewqas pirsgirêkan de em ê çawa di ewlehiyê de bin?” bersiv da û got: “Em ê bi demokratîkbûnê di nava ewlehiyê de bin. Dê çawa bibe, ev desthilatdarî dê bike gelo? Tu car dê neke. Weke civak em ê vê yekê ava bikin.” 

‘Em dizanin ku hertiştê li Sûriyeyê diqewime Tirkiyeyê jî digre nav xwe’ 

Çîlem destnîşan kir ku li Sûriyeyê û li Tirkiyê jiyana jinên Elewî dişibe hev û rastî bûyerên bi heman rengî tên. Çîlem wiha berdewam kir: “Îro ger ku jinên Elewî li Sûriyeyê tên qetilkirin, jinên Elewî tên revandin û diwêrin di bazara koleyan a jê re dibêjin tarîtiya Çaxa Navîn de mirovan bifroşin, divê ev rojev bibe rojeva herkesî. Lê belê li gor min divê rojeva herkesî yek be. Divê herkes bizanibe ku ev meseleyek demokrasiyê ye û têkoşîna hevpar bipêş bixe.”  

Çîlem anî ziman ku li Tirkiye û Sûriyeyê ji dema Osmaniyan heta niha li hember jinên Elewî, heman polîtîka tên meşandin û derbarê komkujiyan de wiha got: “Esad bi awayek pir rihet li firokê siwar bû û çû. Li paş wî jî, Elewiyên ku hesabê zilma Esad ji wan hat pirsîn, man. Li hember van Elewiyan komkujiyek bipêş ket… Em dizanin ku li vê erdnîgariyê demeke dirêj fetwaya ‘jinek Elewî milkê we ye’ bicîh hatiye. Me dizanibû ku ev komkujî jî dê bê vê astê. Mîna ku digotin jinên Êzidî û milkên wan li we helal e. Em dizanin ku fetwayên li Tirkiye û Sûriyeyê ji hev cuda nînin, mîna hev in û berdewama hev in. Em dizanin ku hertiştê li Sûriyeyê diqewime, Tirkiyeyê jî digre nav xwe. Serokatiya Daîreya Pevragihandinê ji me re ev yek vegot. Armanca wan, derkirina Elewiyan bû û dixwestin wan bê siyaset bihêlin.” 

‘Di nav çareseriyan de pêwendiyek mezin heye’ 

Çîlem Kuçukkeleş, got ku “Me got ku du pirsgirêkên herî girîng ên vê pêvajoyê, pirsgirêka Kurd û pirsgirêka Elewî ye. Meseleya redkirina vê cudahiyê, li herdu welatan jî bû mîna bermayiyek û li gor in di navbera çareseriya wan de jî têkiliyek mezin heye” û wiha pê de çû: “Li gor nêrîna min, dema li Sûriyeyê pirsgirêkên Elewiyan bên çareserkirin, divê pirsgirêkên Elewiyên li Tirkiyê jî an jî dema li Tirkiyê pirsgirêkên Kurdan tên çareserkirin, divê bi Kurdên li Sûriyeyê re jî lihevkirinek çêkin. Ev herdu yek in û li gor min her helwestek li Sûriyeyê li hember Elewiyan tê nîşandan divê Elewiyên li Tirkiyê jî bigre nav xwe.” 

‘Dersa ku ji Sûriyeyê hat girtin’ 

Li gor fikra Çîlem, tiştên li Sûriyeyê diqewimin di heman demê de dersek ku Tirkiyê jî digre nav xwe, nîşan daye. Çîlem wiha got: “Dawiya dawî, li Sûriyeyê dersek wiha derketiye holê: 13 salan şerek berdewam kiriye û we di nav vî şerî de dostên xwe nedîtine, we nekarî xwe biparêzin, nekarî rêhevaltiyan ava bikin û hûn bendewar bûne. Heta ku rejîm ketiye. Ev ji bo hemû Elewiyan dersek pir mezin e. Me dît ku çawa di nav şerê 13 saleyî de em Elewiyên li Tirkiyê, gava ku DAİŞ’ê li hember Elewiyan komkujî kiriye sekinîne û ew jî ji bo xwe parastina ji gefan çiqas bê amadekarî bûne. Niha jî her tişt hat li ber deriyê me sekinî. HTŞ’ê li wir qirkirinek pêk anî. Li Tirkiyê jî heq û hiqûqek Elewiyan tuneye. Gava ku dixwazin piştevaniya bi Sûriyeyê re nîşan bidin, çalakiyên wan tên astengkirin. Dersa ku bi awayek xwezayî divê em derxin jî ev e: Ger em bi hev re rejîmek demokratîk ava nekin, em bi tena serê xwe rizgar nabin.” 

‘Bihevrebûn astengiyan hildiweşîne’ 

Çîlem Kuçukkeleş, destnîşan kir ku li Sûriyeyê pêwîst e Elewiyên Ereb sedîsed rêhevalên xwe bibînin û ji bo vê yekê jî balkişand ser mînaka Rojava. Çîlem dawiyê wiha got: “Kurd, Elewî, demokrat, sekuler, jin, li vê erdnîgariyê rehên demokratîk ên gelek cuda hene. Ev reh bên ba hev, dibin pirdengî. Lewma jî ez dibêjim em ketine serdemeke wisa ku êdî pirsgirêka me ya ewlehiyê heye. Mafên me hemûyan hatine piştguhkirin. Pirsgirêka me ya ewlehiyê heye. Banga civaka demokratîk jî bi awayek xwezayî ji bo avakirina vê yekîtiyê gelek girîng e. Divê em hêza civakî nîşan bidin. Me vêya çawa dît? Mînak, xwendekarên li Stenbolê barîkata yekem hilweşandin, ev li gor min ji bo Saraçhaneyê werçerxek bû. Bihevrebûn dikare barîkatan hilweşîne. Civak pê qayîl nebin, tu desthilatî nikare xwe bidomîne.” 

Çîlem Kuçukkeleş, çareseriyê bi hevokek destnîşan dike: Têkoşîna bi hev re!