Jinên di konên li Xezayê de ne koçberiyê red dikin

Du jinên Filistînî Reşîda Merûf û Intîsar Sebih ku di bin çadirên koçberiyê de hemû zext û kêşeyan dikşînin, bi gotina "Em xwediyên vê axê ne" koçberbûna ji derveyî axa xwe, red dikin.

NEXEM KERACÊ

Xeza – Li Zîvala Xezayê ku cîhê bêhnvedanê lê nemaye, hûrgiliyên êşê zêde dibin. Taybetmendiyên sekinandinê di rûyê jinan de xwe nîşan dide. Çadir ji wan re bûye banê yekane û peyarê jî bûye stargeha wan. Di dema dorpêçî û koçberiyê de ew tenê li welatekî ku ji wan re pir teng bûye, ji xwe re li cîhekî digerin.

Di serdana kamereya ajansa me ya ji bo wargehên koçberan ên li Xezayê de, em çûn nêzî du konan. Yek li ser peyarekê li rojavayê Xezayê û ya din jî li quncikek bi êş û qerebalix bû. Reşîda Merûf û Intîsar Sebih du jinên ku bûne neynika rast a êşên jinên Filistînî, di van çadiran de dijîn.

'Li şûna mala xwe komek ax dît'

Reşîda Merûf tu car bawer nedikir ku carek din vegere bakurê Xezayê, piştî şerê Cotmeha 2023'an. Dema ku vegeriya, dît ku bajarê wê hatiye wêrankirin û rûxandin. Reşîda Merûf xeyal dikir ku vegere û mala xwe bibîne, lê mixabin wê komek ax li şûna mal û bîranînên xwe dît. Reşîda Merûf bi dilek şewatî wiha got: "Ew ne tenê mala min bû, ew parçeyek ji canê min bû. Du zarokên min li vir hatin kuştin û mala min hat rûxandin. Lê dîsa her tişt fedayî Filîstînê ye. Tevî hemû astengî û kêşeyan em dev ji axa xwe bernadin. Li kêleka malên xwe me çadirek vegirt û em tê de bi cîh bûn. Lê carek din êrîş li ser bakurê Xezayê dijwartir bû, loma neçar bûm bi sê zarokên xwe re dîsa koçberî Xezayê bibim."

'Tenê çadirek me heye'

Reşîda Merûf qala koçberiya xwe ya duyem kir û wiha axivî: "Tenê çadir bi me re heye. Em bi seatan meşiyan, dema ku em gihîştin Xezayê, cîhek tunebû ku em çadira xwe lê vegirin. Em neçar man kona xwe li kêleka rêyek vekin. Li vir rêwîtiyek din a êşê destpê kir. Koçberî, tunebûn û birçîbûn ne bes bû, hê jî heqareta ku em dema alîkariyan digrin lê rast tên, berdewam in. Bi şêwayek ne baş û derehlaqî alîkariyê ji me re pêşkêş dikin."

12 kes di çadirek biçûk de dijîn

Li nêzî çadira Reşîda Merûf, Intîsar Sebih dijî. Ew jinek temen mezin e û 13 caran ji ber şer û pevçûnan neçarî koçberiyê bûye. Ew di çadirek biçûk de bi tevî 12 kesên ku ji malbata wê ne dijî. Intîsar Sebih behsa jiyan û zehmetiyên ku di bin vê çadirê de dibînin kir û wiha got: "Gelek caran ji ber cîh tune, ez rûniştî radzêm. Ev çadir gelek biçûk e, em nikarin bi rihetî tê de bijîn. Ji ber baranê û hewaya ku her tim şilî ye. Ez nexweşa şekir im, divê di demê xwe de derman bibim, lê ji ber ku derfet tuneye, ez kêm derman dibim. Ev jî dihêle ku rewşa min xeter bibe. Di heman demê de xwarin jî ne baş in û ne jî guncav in. Buhabûn heye, em nikarin tiştekî bikirin. Gelek caran ji ber av derbasî çadira me dibe, em nexweş bûne û tu kesî jî alîkariya me nekiriye."

'Em ê li vir bimirin '

Tevî hemû astengî û zehmetiyên êrîşan jî, ev herdu jin hêvî û baweriya xwe ya ji bo pêşerojê jidest nadin. Reşîda Merûf û Intîdsar Sebih fikra koçberûna ji ser axa xwe red dikin û dibêjin: "Em dev ji axa xwe bernadin, em xwediyên vê axê ne û emê li vir bimirin. Em di çadiran de dijîn, lê em li ser axa xwe ne."