Jinên rojnamevan: Divê her kes xwedî li saziyên jinan derkeve
Rojnamevanên jin biryara girtina çar dezgehên jinan ên li Silêmaniyê şermezar kirin û bang li hemû jinên rojnamevan kirin ku li sazî û dezgehên jinan ên ku dibin hedefa êrişên siyasî de ne xwedî derkevin.
PERWÎN AMARA
Qamişlo – Di şeva 31’ê Kanûna 2024’an de asayîşa Silêmanî ya Başûrê Kurdistanê, êrişî navendên Şîrketa Gizingî Berbeyan ku produksiyona çêkirina bernameyan ji bo JIN TV’yê ye, Rêxistina Jinên Azadiya Kurdistan (RJAK), Rêxistina Niwêger a Pêşxistina Hunerê û Rêxistina Merziye ya jinan kir û her çar navendan bi dare zorê girt. Rojnamegerên jin ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bertek nîşanî êrişa li ser saziyên jinan dan û bang li her kesî kirin ku xwedî li saziyên ku nasnameyên jinan îfade dike derkevin.
Rojnamevan Ciwana Cûma di destpêka axaftina xwe de got ku tu hêz nikare li ser xaka Kurdistanê biryaran li ser sazî û dezgehên jinan bigre û wiha axivî: “Çar dezgehên jinan li Başûrê Kurdistanê, bajarê Silêmaniyê hatine girtin ji aliyê asayîşa Silêmanî ve. Weke rojnemevan em van hêzên ku ev biryar dane û girtina van dezgehan erê kirine bi tundî şermezar dikin. Mafê tu hêzan nîn e li ser xaka Kurdistanê çar dezgehên jinan de bigrin.”
‘Saziyên ku bûne dengê jinan hedef tên girtin’
Ciwana Cûma di dewama axaftina xwe de anî ziman ku girtina van sazî û dezgehên jinan planeke bi zanebûn e û wiha domand: “Di şeva serê sala 2025’an de ev biryar hatin girtin û yekser hatin bicihanîn. Diyar dibe ku ji bo girtina van saziyên jinan ji berê ve hinek biryar hatibûn girtin. Bêyî ku belgeyeke fermî û sedemeke cuda bidin diyarkirin, yekser ev sazî girtin. Ev siyaseta qirêj a ku li Başûrê Kurdistanê li hemberî saziyên jinan tên meşandin, ne cara yekem e. Beriya niha jî li Başûrê Kurdistanê bajarê Silêmaniyê ku axa Kurdan e, di 23’ê Tebaxa 2024’an de du hevalên me yên rojnamevan bûn hedefa êrişên dewleta Tirk. Ev êriş û siyasetên qirêj ku îro li hemberî van dezgehên jinan tên kirin jî em ji hev cuda nagirin dest. Hemû êrişên ku li ser jinan dihatin kirin, van dezgehan rastiya van êrişan derdixistin holê. Bi taybetî saziya ku weke şîrketa Gizingî Berbeyan bername ji bo Jin TV amede dikirin, 7 sal in li Başurê Kurdistanê xwedî li dengê jinan derdikeve tê hedefgirtin.”
Ciwan Cûma da diyarkirin ku ew weke jinên rojnemevan bang li hemû rojnamevanan dikin ku li hemberî van êrişan xwedî helwest bin û wiha berdewam kir: “Weke rojnamevanên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, em bang li hemû jinên rojnamevan ên li her çar parçeyên Kurdistanê dikin ku xwedî li van dezgehên jinan derbikevin. Em bang li hikumeta Iraqê û Bakurê Kurdistanê dikin ku ji vê biryarê paşve vegerin.”
‘Dixwazin bi van êrişan dengê rastiyê bibirin’
Rojnamevan Agirî Îbrahim jî li ser biryarên ku li Başûrê Kurdistanê li ser çar dezgehên jinan hatine girtin wiha axivî: “Ev ne cara yekê ye ku saziyên ragihandinê li Başûrê Kurdistanê dibin hedefa êrişan. Ev bûyer ji êrişên ku berê li ser rojnamevanên Jin TV yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatine kirin ne cuda ye. Di pêvajoyeke ku her kes banga wekhevî û demokrasiyê dike de, ev sazî hatin girtin. Kesên ku rastiyê ji cîhanê re radigihînin her dem dibin hedefa êrişan. Dixwazin bi riya van êrişan dengê rastiyê û îradeya jinan ji holê rabikin.”
Agir Îbrahîm di dawiya axaftina xwe de got: “Bêyî bi awayekî fermî ji bo van saziyan tişek were gotin, hatin girtin. Weke rojnamevanên Jin TV ruxmî hemû êrişên heyî jî em ê xebatên xwe berdewam bikin û wê ev biryar nikaribin îradeya me bişkînin. Em ê dengê rastiyê ji mirovahiyê re ragihînin.”