Jinên Efganî di têkoşîna xwe de bi biryar in: Em teslîm nabin

Talîbana ku li Efganistanê rêveberiya welat desteser kir, hewl dide jiyanê li wan bike dojeh. Jinên Efganî yên li dijî qedexeyên Talîbanê axivîn, gotin: “Tevî hemû zextan jî em teslîm nabin. Ji bo azadiya xwe em ê gavên bi biryar û saxlem bavêjin.”

BAHARAN LEHÎB

Efganistan – Serokê Talîban Molla Heynetullah Ahundzade, li Efganistanê her roj ji bo sînordarkirina jinan biryarên qedexeyên nû dide. Li welat bi zêdebûna xizanî û bê kariyê re, li gora raporên hatin weşandin, ji sedî 98’ê gelê Efganistanê, di nava xizaniyê de dijîn. Lê belê Molla Heybetullah û rayedarên din ên Talîban hemû bala xwe dane ser biryarên qedexekirinê yê li dijî jinan.

Beriya çend rojan, serokê Talîbanê fermanek da û xwest pencereyên malan werin biçûkkirin yan jî girtin. Bi vê biryarê hedef dike ku jinan di malê de bi temamî hepis bike û nikaribin derve bibînin. Piştî vê biryarê gelek jinan, bi riya medyaya dîjîtal bertekên xwe anîn ziman.

Me li qadê bi komek jinên ku li dijî vê yekê dimeşin re hevdîtin kir. Ev jin ji parêzgahên cuda yên welat, ji bo şermezarkirina biryarê hatibûn ba hev.

‘Talîban, her roj bi biryarên pêkenok hewl dide me bitepesine’  

Naziyye Safa yek ji jinên xwepêşander ji Kabulê ye têkildarî biryarên Molla Heybetullah ev tişt got: “Tirsa hikumeta Talîbanê ji jinên şiyar normal e. Ji ber ku ger jin şiyar bin, tu hêz nikare wan rawestîne. Ji ber vê Talîban, her roj bi biryarên pêkenok hewl dide me bitepesine.”

Şerîfe Nevan ku ji parêzgeha Takhar hatiye ev tişt got: “Piştî êşên rojane, em bi şev difikirin ka Molla Heybetullah ji bo jinan ji xebatên civakê dûr bixe wê kîjan biryarê biweşîne. Hinek caran ez van biryaran difikirim û dikenim û dibêjim; gelo di çerxa teknolojiyê de, kesên weke Talîbanê wê bikaribin jinên ku nîvê civakê ne, di malan de mehkum bikin?” 

‘Hewl didin jinan bitepesînin’

Ferhunde Zîba ya ji parêzgeha Nangarharê wiha got: “Rêxistineke ku bi piştevaniya emperyalîzmê ji aliyê hêzên wiha ve bê birêvebirin dê nikaribe polîtîkayên baştir bixe meriyetê. Ew ji gel û bi taybetî ji şiyarbûna jinan ditirse û biryarên vala derdixe.”

Ji parêzgeha Laghman parêzvana mafên jinan Şekriye Şahvelî wiha got: “Em jin di bin zexta Talîban, cîhadîst, DAIŞ, Mola, El Qaîde û hêzên din ên terorîst de dijîn û rêveberiya wan gelek baş dizanin. Ew her dem navê Îslamê xirab bi kar tînin û hewl didin polîtîkayên xwe bidin meşandin. Bi taybetî jinan bitepisînin. Em diyar dikin ku em ê li kolanan xwepêşandanên xwe bidomînin û tevî hemû zextan jî em  teslîm nabin. Ji bo azadiya xwe bi dest bixin em ê gavên bi biryar û saxlem bavêjin.”