Jinên Afgan bi gotina "Nikarin me ji civakê dûr bixin" pirtûkxane vekirin
Talîban çi bike bila bike, jinên Afgan dev ji têkoşînê bernadin. Jinên Afganî dema ku bi berxwedana xwe ji hemû jinên cîhanê re bûn mînak, li dijî dûrxistina keçan ji perwerdeyê jî "Pirtûkxaneya jinan" vekirin.
Navenda Nûçeyan – Ji Kabîla paytexta Efxanistanê nûçeyên kêfxweş û bi hêvî tên. Piştî ku Talîbanê welat dagir kir, her cure polîtîkayên zextê yên li ser jinan hatin meşandin û jinan li hemberî van zextan dest ji berxwedana xwe bernedan. Wek tê zanîn Talîbanê perwerdeya keç û jinan qedexe kiribû. Jinan wekî alternatîfa vê qedexeyê pirtûkxane vekirin.
Hem qada perwerdeyê ye hem jî qada kar
Di dema ku pirtûkxaneya jinan ji aliyê çalakvanên mafên jinan ên Afganî ve hat vekirin de, Julia Parsi, yek ji damezrînerên pirtûkxaneyê got; “Me pêşî ev pirtûkxane ji bo keçên ku ji xwendinê hatine dûrxistin vekir. Her wiha gelek jinên ku ji kar hatine derxistin jî hene, ev der dê ji bo wan bibe qada kar. Hem dê bibe qada perwerdeyê hem jî qada kar.
"Ew nikarin me ji civakê dûr bixin"
Çalakvana mafên jinan Mahcuba Hebîbî di merasîma vekirina pirtûkxaneyê de got: "Ew (Talîban) nikare me ji civakê paqij bike, ger hewl bide me li cihekî tune bikin, em ê li herêmeke din berdewam bikin."
Ji hezarî zêdetir pirtûk hatin bexşkirin
Di pirtûkxaneyê de zêdetirî hezar pirtûk hene, ji aliyê mamoste, helbestvan û nivîskaran ve hatine dayîn û bi alîkariya rêxistinên mafên jinan ên Afganî hatine komkirin. Ji romanan bigire heta çîrokan, ji siyasetê heta aborî, ji çîrokan heta zanistiyê ji hezarî zêdetir pirtûk li benda jinên Afganî ne.