Jin ji 21’ê Adarê re amade ne: Dê agirê aştiyê were vêxistin
Li her taxa Amedê pîrozbahiyên Newrozê didomin. Jinan ji bo pîrozbahiya roja 21’ê Adarê banga beşdariyê kirin û gotin ku ew ê bi qadên Newrozê veguherînên cihên berxwedanê.

MEDÎNE MAMEDOGLU
Amed – Pîrozbahiyên Cejna Newrozê îsal bi dirûşma "Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk" tên lidarxistin. Pîrozbahiyên Newrozê ya ku cara yekem li Licê dest pê kir, li gelek navendan bênavber didomin. Di pîrozbahiyên ku bi pêşengiya jinan tên lidarxistin de jin balê dikşînin rakirina tecrîdê aştiyê. Di pîrozbahiyên ku tên lidarxistin de dîmenên şahî û dîrokî derdikevin, jinên ku agirê Newrozê vêdixin, dixwazin sala 2025’an ji bo gelê Kurd bibe sala azadiyê.
Li Amedê her şev li taxan meşên bi meşale tên lidarxistin, bi roj jî li navçeyan şahiyên ji bo Newrozê tên lidarxistin. Pîrozbahiyên ku bi hezaran kes beşdar dibin, bi coş didomin, zêdebûna beşdariya ciwan û jinan balê dikşîne. Di pîrozbahiyên Newrozê yên li bajar tên lidarxistin de jinên ku me mîkrofon dirêjî wan kir bal kişandin ser girîngiya banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di 27’ê Sibatê de û diyar kirin ku dê Newroza 2025’an bi armanc were pîrozkirin.
‘Aştî bi du aliyan çêdibe’
Nazîme Çokdalan a beşdarî pîrozbahiyan bûbû, diyar kir ku daxwaza jinan aştî û azadî ye û bang kir ku dewlet pêvajoyê baş fam bike. Nazîme Çokdalan diyar kir ku beramberî gavên tên avêtin divê dewlet jî gavek zûtir gavan bavêje û wiha got: “Mirov û ax ji şer westiyan. Em êdî dixwazin şer bi dawî bibe aştî û aramî çêbibe. Divê tecrîd rabe û dewlet bersiv bide vê agirbestê. Gelê Kurd bi salan e tevî hemû zulmê jî ji bo aştiyê hewl da. Vî gelî di her pêvajoyê de ya ket ser milan kir. Ji niha pê ve berpirsyarî a dewletê ye. Îsal em bi daxwaza aştiyê Newrozê pîroz dikin. Em ê bi gotina aştî agirê Newrozê vêxin.”
‘Ên zulmê li me kirin dê têk biçin’
Menîce Yenî jî demên berê bi bîr xist û got: “Ev Newroz bila li Rahşanan û Mazlûm Doganan pîroz be. Em şopdarên wan in û îro li qadên Newrozê ne. Ji bo em vê têkoşînê mezintir bikin divê li ba hev bin û bibin yek. Ji bo vê jî divê em li vê pêvajoyê xwedî derbikevin. Ev peyam ji bo me dîrokî ye divê em ji her kesê re vebêjin. Em ji bo şahidiya van deman li qadan in. Divê em bi ruhê vê peyamê biçin Newrozê. Bila Newroz bibe ya aştî û azadiyê. Em jin baş dizanin dê serkeftin a me be. Ên zulmê li me kirin dê têk biçin. Bi her gavê em ê aştî û serkeftinê bihêztir bikin. Em ê her sal li ber agirê Newrozê bin.”
‘Divê Kurd bibin yek’
Maşallah Edîbe jî bal kişand ser êrîşên li dijî Rojava û got: “Rojava xeta me ya sor e, em ê biparêzin. Em dibêjin aştî û azadî li aliyê din hê jî li pey şer e xwînê dirijîne. Em her dem ji aliyê yekitî û bihevrebûnê ne. Ger ew jî vê yekê dixwazin divê dawî li şer bînin û li ser maseyê rûnin. Ev gel ji derveyî aştî û aramiyê tiştek din naxwaze. Gelê Kurd ji bo aştiyê divê bibe yek. Divê her kes baş pêvajoyê fam bike û li ser girîngiya wê bifikire. Piştî vê bangê diviyabû dewletê destpêkê girtiyan berda. Ev gel bi salan e têdikoşe, bi gavên ku tên avêtin jî dê ji bo aştiyê têkoşîna xwe bidomîne.”
Bîrgul Sari jî got ku 21’ê Adarê ew ê li qadan ji bo aştiyê dengê xwe bilind bikin, da zanîn ku 30 sal in ew beşdarî pîrozbahiyên Newrozê dibe û got: “30 sal in ez bi heman xemgîniyê têm vê qadê. Bila êdî dayik negirîn, rûyê wan jî bikene. Ji bo vê divê her kes berê xwe bide Îmraliyê. Ne tenê Kurd, hemû kes divê daxwaza aştiyê bikin û dengê xwe bilind bikin.”