TJK-E: Em ji 8'ê Adarê heta Newrozê pira azadiyê ava dikin
TJK-E bi gotinên: “Em bi coşa biharê ya jinan ji 8'ê Adarê heta Newrozê pira azadiyê ava dikin” ji bo avakirina civaka demokratîk û azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan banga seferberiyê kir.

Navenda Nûçeyan- Tevgera Jinên Kurd a li Ewropayê (TJK-E) bi wesîleya 21’ê Adarê cejna Newrozê daxuyaniyek nivîskî weşand.
Daxuyaniya TJK-E wiha ye:
“Em Newroza 2025'an bi ruhê têkoşîneke mezintir pêşwazî dikin. Newroz ji bo gelê me ne tenê hatina biharê ye, di heman demê de nîşaneya berxwedan, azadî û vejînê ye. Ev berxwedana ku bi pêşengiya jinan mezin dibe, riya ronahî ya têkoşîna me temsîl dike ku li dijî sîstema bi serweriya mêr, mêtingerî û her cure zextê tê meşandin.
‘Em bihara azadiyê bi şoreşa jinan şîn dikin’
Dirûşma 'Jin, Jiyan, Azadî' hê jî hêza bingehîn a meşa azadiyê ya gelê me û pêvajoya avakirina civaka demokratîk e. Têkoşîna jinan a ku îsal di 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de mezin bû, em bi agirê azadiyê yê Newrozê re digihîjînin hev. Em bi coşa biharê ya jinan ji 8'ê Adarê heta Newrozê pira azadiyê ava dikin. Em bihara azadiyê bi şoreşa jinan şîn dikin, bi hêvî û berxwedanê mezin dikin.”
Di berdewamiya daxuyaniyê de ev hat gotin:
“Di vê demê de wezîfeya me ya sereke û bingehîn mezinkirina pêngava ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye. Rêxistiniya gel û jinan a bi paradîgmaya Rêber Apo ya li ser bingeha jiyana azad û wekhev, demokratîk bersiva me ya herî xurt a li hemberî faşîzm û mêtingeriyê ye. Bihara azadiyê wê bi şoreşa jinan reh berde nava jiyana gelên me. Ji ber vê yekê dem ew dem e ku em agirê raperînê yê Newrozê bi pêngava azadiyê ya rêbertî xurtir bikin.
‘Ji bo azadiya Rêber Apo banga serferberiyê’
Li ser vê bingehê wekee Tevgera Jinên Kurd a li Ewropayê em cejna Newrozê li her kesê pîroz dikin. Em bang li jin, ciwan û gelê xwe dikin ku di vê Newrozê de qadan dagirin, têkoşîna azadiyê mezin bikin, civaka demokratîk ava bikin û ji bo azadiya Rêber Apo seferber bibin."